Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz be

13:08 - 22 Nîsan 2022

Îro 22ê meha Nîsana 2022an, 124 emîn salvegera weşana yekmîn rojnama Kurdî ye.

Di sala 1898an de, yekemîn hejmara rojnama Kurdistan ji aliyê malbata Mîr Bedirxan û bi taybetî “Miqdad Medhet Bedirxan” ve li Qahira Paytexta welatê Misrê hate çap û belavkirin.

Ji wê demê ve heya niha ev roje wekî roja “Rojnamevaniya Kurdî” hatiye diyarîkirin û di vê rojê de hem keda malbata xwedî qedr a Bedirxaniyan bilind tê nirxandin, hem jî di nav gelê Kurd de weke roja pêdaçûn û pêşxistina rojnamegeriya Kurdî tê bibîranîn.

Bi vê hilkeftê em pîrozbahiyê li hemî wan rojnamevan û xebatkarên çapemeniya Kurd dikin ku bi awayekî dilsozane û xemxwarane li pêxema pêşxistina rojnamegeriya Kurdî kar kirine.

Pîroz be li her pênûs bi dest û rojnamevanekî Kurd ku di xizmeta berjewendiya Kurd û Kurdistanê de xebitîne û kevirekî biçûk danane ser xîmê wî dîvarî ku 124 salan berî niha nemir “Miqdad Medhet Bedirxan” danaye.