
Kurdistanmedia: Îro 16`ê Sermawezê di Îranê de wekî roja xwendekar hatiye diyarîkirin, lê rejîmê tirsa vê rojê heye, û pêşî li birêvebirina rêûresmên wan digre.
Tirsa rejîmê ji xwendekaran gihîştiye astekê ku, pêşî li birêveçûna rêwûresma 16`ê Sermawezê, roja xwendekar tête girtin.
Rejîmê rewşeke tewav polîsî bi ser zanîngehan de sepandiye.
Di devedeva roja xwendekar de, hêzên ewle yên rejîmê kevtine gef xwarinê û tirsandina xwendekar ku bi hilkefta 16`ê Sermawezê, çi cure civîn û xwenîşandanekê birêve nebin.
Piştî xwenîşandanên wê dawiyê di Îranê de, hêzên rejîmê êrîşkirine ser zanîngehan di Tehranê de, û dehan xwendekar hatine desteserkirin ku, heya niha jî, pêwajoya gazîkirin û girtina xwendekaran berdewam e.
Rejîmê ragihandiye ku, ev xwendekarane li ber hindê hatine desteserkirin, da ku di roja xwendekar de, nekarin xwenîşandanê bikin.
Zêdebarî hemû gef û girtina xwendekar û çêkirina rewşa polîsî di nav zanîngehan de, dîsan jî xwendekar şeva derbasbûyî bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz kirin ku bila peştewanî ji wan bê kirin.
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de, ku demjimêr 10`ê şeva derbasbûyî hatibû belavkirin, hemû aliyek bona yada 16`ê Sermawezê bo kombûnê vexwandin.