Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Xwendikarê Kurd li Welatê Danmark bi bilind hate ragirtin

12:55 - 1 Gulan 2022

Roja Şemî 30ê Nîşanê, Beşa Perwerde ya Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê Danmarkê bi armanca rêzgirtin li 12ê Banemerê, Roja Xwendikarê Kurd, wêbînarek li jêr navê “Pêwendî û karlêkeriya tevgera rewşenbîrî û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê” bo Sekirterê Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistanê “Cemal Fethî” lidar xistin.

Wêbînar bi ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi taybet şehîdên şoreşa salên 46-47an dest pê kir.

Piştre Berpirsê Beşa Perwerd yê Komîteya Giştî ya PDKÎ li Danmarkê “Serbest Urmiye” tevî xêrhatinkirin ji “Cemal Fethî” û beşdarbûyên wêbînarê û herwisa bi bilind zanîna vê rojê, wêbînar destpêkir û daxwaz ji “Cemal Fethî” kir ku basên xwe pêşkêş bike.

Sekirterê Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistanê “Cemal Fethî” bi pêşkêşkirina basek ji dîroka vê rojê û şoreşên din ên gelê Kurd û çemka rewşenbîrî li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir.

Navbirî bi hûrî bas ji şoreş û xebata gelê Kurd û PDKÎyê her ji destpêkê ve heta niha ku çendîn qonaxên cuda yên şoreşgeriyê li xwe girtine û bi taybet şehîdên şoreşa salên 46-47an kir.

Herwisa navbirî bi giştî îşare bi Rêkxirava Yekîtiya Xwedikarên Demokrat a Kurdistanê kir û bi taybet bas ji wan pirsgirêkan kir ku xwndikarên Kurd li Rojhilatê Kurdêstanê digel rûberû ne.

Di berdewamiya bernameyê de sirûda Xendekarê Kurd hate pêşkêşkirin.

Wêbînar piştî zêdetir ji demjimêrek bi têbînî û pirsiyarên beşdarbûyan û herwisa bersivên Sekirterê Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistanê “Cemal Fethî” bi dawî hat.