Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojane çendîn cih di Îranê de teqîn û agir girtin diqewimin

13:41 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Rojane di cihên cuda cudaye Îranê de, bi taybetî di navendên Serbazî û embarên jêr erdiye cebirxanan, di karxane û cihên berhem anînê, di Îdare û navendên abûrî de, yan Agir pêkevtin , yan teqîn çêdibin, hemî xelkê Îranê jî haya wan ji xisar û mezintahiya wan bûyeran heye.

Ewa jî di demekê deye ku rejîm rastiya wan bûyeran diveşêre .

Di heyamê du hefteyên derbas bûyî de, ku di çendîn navendên serbazî û bi taybetî di binka Navokî ya Netenzê de teqîn çêbûn, hinek jêderên xeberî basê hindê dikin ku ev teqîn hemî bi hegera êrîşa Îsra`îl ve ye.

Roja derbas bûyî teqînekî mezin di navenda Petrokîmiya yî ya Tund guyan qewmî û agir girt û gelek xisar gihandê.

Herwisa Di Şeqama Firdusiya bajarê Tehran ê de, Agir berbû saxtimanekê û bi vê heqerê teqîn qewimî.

Roja derbas bûyî 12 ê Tîrmehê, teqînek di Posta Berqa Tehran ê de qewimî û berqa zaf cihan qut bû.

Şewa derbas bûyî dengê çendîn teqînên mezin li herêma Ehmed Abad ya Se`ed Abada bajarê Meşhedê hemî dever hejand .

Hemî ev derbên giran û pir xisar ji welat digrin, rejîm qet amade nine basê sedem û astê xisarê wan bûyeran biket.

Di demekê de ku tête gotin Îsra`îl bi bê dengî her şewê cihekî Îranê dike emanca xwe û lêdide, roja derbas bûyî hate ragihandin ku Îsra`îl xwe amade dike bona lêdana bi eşkere û yêkcariye Îranê, Îsra`îl bona dabînkirina Şevata Firokên xwe yên şer, daxwaz ji Amerîka kiriye ku jê re dabîn bike, Hate ragihandin ku amerîka qebûl kiriye di Kendavê û esmanê Îraqê de Şevatê bo firokên Îsra`îl dabîn bike , da ku bona tejî kirina Şevatê rêka dûr neçin.