Berpirsê Giştî yê vizegehên germahî yên rejîma Îranê “Muhsin Terzteleb” daye zanîn ku roja 32 milyon lêtir mazot di wizegehên germahî yên berqa îranê de têne çewitandin”.
Roja Înê 10ê Kanûna Pêşîn, Berpirsê Giştî yê vizegehên germahî yên rejîma Îranê “Muhsin Terzteleb” tevî îşarekirin bi rêjeya 32 milyon lêtir şewata rojane ya mazot û 30 heta 30 milyon lêtir gazoîlê li vizegehên Îranê bo dabînkirina berqê, daye zanîn ku 1 li ser 4a şewata vizegehan ji mazot û gazoîlê tê dabînkirin.
Sala derbasbûyî mifahvergirtin ji mazot û gazoîlê gelek kêmtir ji wê rêjeyê bû û pêka amarên rejîmê 16.4 milyon lêtir mazot û 30 milyon lêtir gazoîl bo berhemanîna berqê di vizegehên germahiyê de hatibû şewitandin ku tevî pirsgirêkên gelek micid ên jîngehî, li ser tendirûstiya mirovan bûye gefek micid.
Pêka marên rejîmê sala par 178 milyon metra 3cî gaz di wan wizegehan de şewitandibûn lê ji destpêka meha Xezewera Îsal ve 90 milyon metra 3cî gaz zêdetir hatiye bikaranînê û kêmanîna gazê bo vizegeh û kompanî û kargehên pîşeyê ew tûşî rewşek gelek xirab kirine.
Tevî ku rejîma Îranê di behra “Xezer”ê de meydanên gelek mezi8n ên gazê hene lê bi sedema girêbestek armancdar digel Rûsiyê û bo berjewendiya Rûsiyê û bi armancên siyasî dest ji meydanên gazî ên behra Xezerê hilgirtiye û bi wê sedemê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tûşî pirsgirêkên gelek micid ên qutbûna berqê, sekinîna karên “pîşeyî, ticarî û beşên werzêrî”yê û herwisa qutbûna berqa malan kiriye.
Rejîma Îranê gaza hewce bo vizegehen berhemanîna berqê jî kêm kiriye û bi cihê dana rojaneya 240 milyon metra 3cî, bi tenê 94 -175 milyon metra 3cî bi wan wizegehan gazê dide.