Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojane sedan kes di Îranê de bi sedema koronayê dimrin

13:05 - 15 Hezîran 2020

Gorî ragihandina xudî rejîmê, mirina bi koronayê di Îranê de dîsan bû 3 hejmarî û rejîm jî bê guhdan bi rastiyan diweşêre.

Roja Yêkşemî 14`ê Hezîranê, Berdevka Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Sîma Sadatlarî, ragihand ku di heyamê 24 demjimêran de, 107 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û gorî amarên rejîmê, heya niha ser hev 8 hezar û 837 kes mirine.

Di vê navberê de, parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê di Îranê de rekord lêdane û mixabin di Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Luristanê de ku rejîm amaran belav nake, rojane sedan kes dimrin û hezaran kesên dinê jî tûş dibin.

Gorî raporên ku digihîne destê me, di nexweşxanan de cih çinîne, û tu îmkanatekî dermanî tunîne, rewş ew qas xirab e ku êdî pizîşk û duktor têra nakin, bona berahîk girtina ji vê karesatê, rejîm çi yek ji rênimayiyên parastinê bo xelkê cî bi cî nake, û welat di bin barê bêxudaniyê de ji nav çû.