
Pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, duh roja Yekşemî 19ê Tîrmehê, teqîneveyek li Vizexaneya Berq a “Ebaspûr” a Îslam Abad ya Îsfehanê rûy da û rejîma Îranê ew bûyere bi rizîbûna “Tiransa” berqê daye zanîn.
Ji aliyek din ve jî, kompaniyayek di bajarê Tewrêzê de hate şewitandin û sedema agirpêketina wê kompaniyayê nexuya ye û tê zanîn ku 4 agirkuj di wê bûyerê de birîndar bûne.
Di rojên derbasbûyî de çendîn teqîn û agirpêketina navendên pîşeyî, leşkerî û vizeyî, di Îranê de rûy dane û rejîma Îranê jî di wê derheqê de bêdeng maye.
Hin ji çavkaniyan daye zanîn ku Îsraîlê êrîşê ser wan binkeyan kiriye, lê heya niha Îsraîlê bi awayekî fermî ew yeka nekişandiye stuyê xwe.