Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojane wêne û binêrên dîktator di Îranê de têne şewitandin

11:40 - 8 Şibat 2020

Li devedewê 22`ê Rêbendanê, di piraniya Bajar û deverên Îranê de, wêne û binêrên Xamineyî ji aliyê xelkê bêzar ên Îranê ve têne şewitandin.

Rejîma Îslamî, hemû salê ku piropagendeyeke zêde dike, da ku pitir xelkê rakêşe bo rêûresmên binav “Dehka Fecir”, îsal ne tenê rejîm di vê pîlana xwe de serkevtî nebûye, belkî xelkê bêzarbûyî yên Îranê dijî rejîmê derdikevin.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, di piraniya bajarên Îranê de, xelk agir berdidine wêne û postêrên taybet bi “Dehka Fecir” û bi taybetî wêneyên Elî Xamineyî yê dîktator dişewitînin.

Rejîm hemû salê bi milyardan tumen xerica piropagenda “Dehka Fecir” dike, da ku bikare xelkê bikêşe bo nava merasimên cuda yên xwe de, lê îsal bi hegera beşdarînekirina hunermendên di warên cuda de, merasima wekirina festival “Fecr” bi rê ve neçû, bitaybet xelkê Îranê ku bi hegera bûyerên derbasbûyî, wek kuştara meha Xezelwer û xistina xwarê a balafira Ukraynî û belavbûna vîrusa Kronayê, beşdarî rêpîvana roja 22 Rêbendanê nebin.