Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojek bi bê tirombêl li Ciwanro birêve çû + Wêne

22:28 - 8 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta roja cîhaniya jîngehparêzî li ser daxwaza çalakvanên jingeh, rojek bi bê tirombêl li bajarê Ciwanro bi rêve çû.

Li gor rapora Kurdistanemdia, Roja Şemî 7’ê Hezîran a 2014’an, hemwelatiyên Ciwanro rojekî cuda ji rojên din ezmûn kirin û bi mefah wernegirtin li tirombêl di vê rojê de rêz ji roja cîhanî a jingeh û jîngeha Kurdistanê girtin.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanemdia ragihand: Biryar bû roja 5’ê Hezîranê weke roja bê tirombêl bê diyar kirin lê seba ewê ku roja pişûdan bû û xelkekî zaf bo seyranê rû dikene Ciwanro, ew roje bo roja 7’ê Hezîranê ragihandin.

Ew daxwaze ji aliyê çalakvanên jîngehparêzên bajarê Ciwanro ve hatibû kirin.