Roj bi rojê hejmara kesên ku bi sedema Koronayê canê xwe ji dest didin, zêdetir dibe.
Gorî amarên rejîmê tenê roja 22 yê Tebaxê 684 kesan bi sedema Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dane.
Ji bilî qurbaniyên Koronayê, gelek kes jî bi awayê cihê gumanê canê xwe ji dest didin.
Hate ragihandin ku 2 rojan berî niha, tenê li nexweşxana Taliqanî a Urmiyê de, hevdem 22 kes ku di beşa “SÎ SÎ YO” de bûne, canê xwe ji dest dane. Hevdem mirna wan nesaxan, gelek guman çêkirine ku renge bi dermanekî şaş ku ser wan hatibe ceribandin, hatibne kuştin.
Di demekî wiha dijvar de ku xelkê Îranê têdaye û xelk daxwaz dike ku rejîm Vaksena li derweyî welat ve, hawirde bike, Pastarê terorîst Selamî, ragihand ku hekî em Vaksena bîhanî bikirin û bînin, renge Dijmin terora Biyolojîkî ser me bike û bi lê dana Derziya wan, xelkê Îranê seqet bibe.