Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilata Navîn û kultura pêkvejiyanê

13:53 - 11 Îlon 2014

Arif Vêlzî

Rojhilata Navîn yek ji wan herêmên cîhanê ye ku xwediyê dîrokeke dûr û dirêj û kevn ya şaristaniyetê ye, û bi dirêjahiya dîrokê bi dehan împeratoriyên mezin û biçûk têde hatine avakirin. Panahiya Rojhilata Navîn hertim himbêza wê ji bo ol û meseb û zimanên curbicur ên herêmê vekirî bûye, û çanda tebahî û pêkvejiyanê ji aliyê akinciyên vê herêmê ve hatiye berçavgirtin, û her tim li ser bingeha rêza du alî û parastina buhayên mirovî û ayînî çerxa jiyanê di vê herêm de ziviriye û riya xwe pêvî ye.

Eva di demekê de ye ku her di demên kevn de hinek ji deshilatdarên vê herêmê bi mifahwergirtina ji hêz û hejmoniya xwe bi ser xelkê de, û yan jî bi mifahwergirtina ji ferq û cudahiyên regezî û olî deshilata xwe sepandine, û astengiyên zaf xistine ser riya kultura pêkvejiyana gelan û ayînên curbicur ên herêmê.

Xaka Kurdistanê jî bi hemû beşên xwe ve serbarê vê ku di herêmeke çend netewe û çend kultur û çend meseb û olên rengareng pêk hatiye, di nav xwe de jî xwediyê çendîn kêmaniyên neteweyî, zimanî û olî ye.

Lê hebûna şaristaniyet û çanda pêkvejiyanê û kultura rêzgirtina di nav Kurd de tu carî nebûye sedema vê ku kêmaniyên neteweyî ji bîr bike, û her wek bira û hemwelatî reftarê bi wan re neke.

Ji aliyekî din ve bi sedema zalbûna hesta neteweyî û mijarên pêwendîdar bi netewe û nîştiman, gelê Kurd zêdetir giringiyê dide bi pêşkevtina di warê bidestvehatina mafên neteweyî, heya pirsên olî û mesebî, û her ew yek jî bûye sedem ku gelê me, bi Şîe û Sunî û Kakeyî û Îzidî û Kiristiyanî û Turkeman û ...hwd ji bo parastin û serxistina kultura pêkvejiyanê, yekdeng û xwedî helwest bin.

Lê mixabin her di destpêkê de û bi taybetî piştî şerê Çaldiran ku di sala 1514’an de dest pê kir, û di encam de xaka Kurdistanê bi ser du Împeratoriyên Osmanî û Sefewî de hate parvekirin, nîştimana Kurdan bû qada rikeberiya Împerator û dewletan û her lewra jî her carê bi hêcetekê û ji bo sepandina deshilat û pêkana armancên xwe ku heman berdewambûna li ser dagîrkirina xaka Kurdistanê û birina neft û kangehên jêr erdî yên vê xakê, ku serwet û samana xelk û akinciyên wê ye, bi çandina tovê duberekî û şerê mesebî hewla kêmrengkirina çanda pêkvajiyan û yektir qebûlkirinê di kurdistanê de dane.

Niha jî ku Komara Îslamiya Îranê xwediyê karnameyeke reş û pirr i karên têkderane û terorîstî ye, bi sedema hilkevta erdnîgarî û deshilata siyasî û aborî ya xwe serbarê vê ku di navxwe ya welat de bi tewahî li dijî pirensîpên azadî û mafên mirov û mefên gelan e, û neteweyên jêrdest bi şêweyên herî hovane diçewsîne, bi hêza mirovî û çek û alîkariya madî ku bi dahata xelkê hejar û lêqewimî yên Îranê tê dabînkirin, damezrêner û palpiştê bi dehan girûpên terorîstî ên weke Hizbullah û Hemas û Elqaîde ye, û bi dirêjahiya hatina ser kar ya xwe ku eva 35’emîn sala temenê xwe derbaz dike, aramî û pêkvejiyan ji bo xelkê Rojhilata Navîn kiriye hêviyek ku renge carna weke xewnekê bête berçavan.

Siyaseta sîstematîk û pirr ji hezîne ya Komara Îslamî bi armanca têkdana rewşa herêmê û geşepêdana deshilata desthilata olî ya xwe ku li ser du tewerên teror û destêwerdan di navxwe ya karûbarên welatên din de dizivire, bûye sedema vê ku bi dehan sal nearamî û şer û kuştar û awareyî dest bi ser herêm û bi taybetî welatên weke Lubnan, Yemen, Felestîn, Sûriye û Îraqê de kêşaye.
Bi berçavgirtina van xalên baskirî me dît ku li kêleka destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê di nav welatan de û hevandin û perwerdekirina girûp û taqmên terorîstî, û yên binajoxwaz weke Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam naskirî bi DAÎŞ jî serî hilda û gumana vê lê tê kirin ku Komara Îlamiya Îranê xwediyê rola taybet bi xwe be ji bo nifûza di nav vê girûpê de û bikaranîna wan ji bo kar û niyetên taybetî ku dixwaze di herêmê de cîbicî bike.

Dewleta Îslamî li Îraq û Şam di pêngava xwe ya nû de, ji bo têkdana demografiyaya siyasî û ayînî û zimanî di herêma Rojhiata Navîn de bi êrîşên berdewam ên xwe bi hezaran kes ji peyrewên ayînên cur bi cur li Sûriye û Îraqê de bi giştî û gelê Kurd û bi taybetî Kurdên Îzedî bi cinayetên hovane yên xwe komkuj û aware kir û bi vî rengî kenî li ser lêvên xelkê Kurd revand.
Bi vî halî jî em hêvîdar in ku her wek çawa siyaseta rast û dirust ya Hikûmetai kurdistana Başûr û berxwedan û cangorîtiya hêza pêşmerge û welatên Rojavayî û Amerîka û bi giştî û civaka navneteweyî bo piştevanî ji Kurd li hemberî êrîşên DAÎŞ anî ser xet, di pêşerojeke nêzîk de bi siyaseta dirust ya Kurdên Kurdistana rojhilat û opozisyona seranserî ya wî welatî û opozisyona pêşkevtinxwaz ya îro zendên xwe li hemberî hemû taqm û girûp û heya deewltên terorîst ên weke Komara aÎslamî li herêmê de hildin û bi avakirina sîstemên demokratîk ku têde gelên bindest bi mafên xwe şad bin, û nûjenkirina kultura pêkvejiyanê wan ji nav bibin, û bo her tim wan bavêjin nav kirsdanka dîrokê de.