Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilatê Kurdistanê bi agirê Newrozê zêdetir xemilî

11:49 - 20 Adar 2022

Digel hatina Newroz û sala nû ya Kurdî tev bajaran Rojhilatê Kurdistanê bi hilkirina agirê Newrozê hate xemilandin û germiyek din da Kurdistanê.

Di piraniya bajarên Kurdistanê de, tevî givaş û qedexekirina lidarxistina rêûresima Newroza 2722a Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve, xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda rêûresima Newroza dîrokiya Kurdî lidar xistin.

Di piraniya bajaran Rojhilatê Kurdistanê de bi hilkirina agirê Newrozê, sitran û govendên Kurdî, bi bilindkirina alaya Kurdistanê, belavkirina tirakt û posterên taybet û li xwekirina kincên Kurdî û hewrî û camaneyan Newroz pîroz kirin û carek din bi rejîma dagîrker dane xuya ku rejîm nikare pêşiya hêzek yekgirtî bigire û tev pîlanên rejîmê bo lidarxistina Newrozê ji aliyê rejîmê bi xwe ve ku naveroka vê digel Newroza Kurdî gelek ciyawaz bû ku bi armanca têkdana Newroza Kurdî hatibû danîn, pûçkirin û “Ne”yek mezin bi rejîmê re gotin û carek din welat xemilandin.