Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta koça dawiya şehîd Osman Mistefapûr hevxwemiya xwe ragihand

13:47 - 8 Îlon 2021

Endam û alîgirên PDKÎ li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta koça dawiya têkoşer û pêşmergeyê xweragir ê netewa Kurd, şehîd “Osman Mistefapûr” bi rêya çendên peyaman hevxemiya xwe ragihandin.

Endam û alîgirên PDKÎ li Rojhilatê Kurdistanê li bajar û deverên “Mihabad, Pîranşar, Seqiz, devera Mirgewer, Ciwanro, Kirmaşan, Sine, Îlam, gundê Ewêhengî li devera Jawero”yê di peyamên hevxemiyê de xembarbûna xwe li derheq koça dawiya şehîd “Osman Mistefapûr” ragihandin û bo careke din soza xwe digel şehîdên Kurd û Kurdistanê nû kirin.

Endamên PDKÎ serxweşiyê didne xelkê Kurdistanê, malbata bi rêza wî, kadir û pêşmergên qehremanê PDKÎ û xwe bi hevparê xema wan dizanin.

Herwisa çendîn girtiyên siyasî û hevbendên şehîd “Osman Mistefapûr” li derheq koça nawext a kevnartirîn girtiyê siyasiyê Kurd, di peyamekê de xembarbûna xwe ragihandin û serxweşî dane malbat û hevçeperên vî û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Şehîd “Osman Mistefapûr” di heyama 28 salan de girtîgeh û reşçalên rejîma Îslamiya Îranê kiribû bi xwendingehek bo xweragirî û waneya xebatkariyê, ti car bo demekê jî li hember daxwazên nerewa ên rejîma Îranê serî neçemand û emegnasê daxwazên rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû. 

Şehîd “Osman Mistefapûr” li sibêdeha 16ê Xermananê(7ê Îlonê) bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê koça dawiyê kir û tevlî karwanê şehîdên serbilind ên niştîman bû.