Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilatê Kurdistanê pêşwazî ji Newroza Kurdewarî kir

11:56 - 20 Adar 2021

Di Rojhilatê Kurdistanê xelkê piraniya gund û bajaran bi lidarxistina rêûresmên bi coş, ber bi pêşwaziya cêjna Newrozê û serê sala nû ve çûn.

Di bajarê bokanê de, sedan keç û xortên dil tejî ji evîna azadiyê, li ser daxwaza banga Terexe, zêdebarî givaş û rewşa ewlehiya ku hêzên rejîmê çêkiribûn bi armanca pêşî girtina xortan ji serkevtina bo ser Terexe, lê dîsan jî xortên xakî poş û keçên hewrî li ber û axabanî li ser, li ser gupka Terexe kom bûn û bi hildana Ala Kurdistanê û Logoya PDKÎ li ser gupka çiya û bi sitran û govendê, şahiya xwe ya pêşwazî ji Newrozê bi rê ve birin.

Xelkê demokratperwerê bajêrokê “Nê” a Merîwanê jî bi şahî û dîlanê û kinc û hêmayên weke Axabanî û Hewrî, şahiya xwe ya pêşwazî ji Newrozê bi rê ve birin.

Herwisa li gundê Serdoşê dîlan û şahiyekî bi coş hate lidarxistin.

Li çendîn taxên bajarê Sinê de cêjn û govenda pêşwazî ji Newrozê bi rê ve çun.

Li bajarê Urmiyê û li dehan taxên wî bajarî de xortên şahî dost, rêûresmên taybet bi pêşwaziya Newrozê lidarxistin.

Di nava bajarê Bokan, Mihabad, Şino, Pîranşehr, Sine, Seqiz, Merîwan û piraniya gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, cêjn û şahî û govenda pêşwazî ji Newrozê hatne lidarxistin.