Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilatê Kurdistanê/ li sala 1400`an 44 kesên medenî bûne qurbaniya mînê

11:49 - 4 Nîsan 2022

Bi hilkefta roja 4`ê Nîsanê roja cîhanî ya “huşdarî û lihemberderkevtin li dijî mînan” amara qurmbaniya xelkê medenî bi sedema teqîna mînên şer li Rojhilatê Kurdistanê hatiye belavkirin.

Ev amare ji aliyê Navenda Amarî ya Rikxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ve hatiye belavkirin û nîşan dide ku li sala 1400`an a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê çend kes bûne qurbaniya mînên bicihmayî ên şer.

“Kurdpa”yê belav kiriye ku 44 kesên medenî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema teqîna mînê bûne qurbanî û ji wan “9 kes mirine û 35 kes hatine birîndarkirin”.

Amar wiha ye:

4 kes ji wan qurbaniyan jin bûne.

7 kes ji wan kesên qurbanî zarokên di bin temenê 18 saliyê de bûne. 1 ji wan hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne; kêmtirîn temenê wan 5 salî bûye û zêdetirîn temen jî 15 salî bûye.

12 kes zozançî, 10 kolber, 9 şivan, kedkarek û cotiyarek jî bûne qurbaniya teqîna mînê.

Ev kesên bûnî bi qurbaniya teqîna mînê ji wan parêzgehên Kurdistanê ne.

15 kes ji parêzgeha Îlamê û nemaze ji bajarên Mêhran û Dêhloranê, 12 kes ji parêzgeha Kêrmaşanê û bi taybet ji bajarên Qesrî Şêrîn û sînorê Newsûdê, 11 kes ji parêzgeha Sineyê bi taybet sînorê Bane, 5 kes ji parêzgeha Urmiyê bi taybet ji bajarê Serdeşt û kesek jî, ji Ecemşêrê.

Herwisa 3 kes ji fermanberên hilgirtina mînan li navçeya Şerhana Dêhloranê bi sedema teqîna mînê mirine û birîndar bûne, ji wan 2 birîndar û yek kuştî.

2 kes ji hêzên leşkerî li ser xalên sînorî yên Bane û Newsûdê bi sedema teqêna mînê hatine birîndarkirin.