Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnamevanek xelkê Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin

13:10 - 18 Gulan 2021

Rojnamevanê xelkê Îlamê yê bi navê “Emîn Mihemedî” ji aliyê dadseraya bajarê Sîrwanê ve hate binçavkirin.

Pêka nûçeya Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 17ê Gulanê, nûçegihanê “Heyeta Çapemenî li Îlam”ê, “Emîn Mihemedî” bi sedema tomarkirina sikaleyakê li navendeke kevin a rejîmê, li bajarê Sîrwan li parêzgeha Îlamê hate binçavkirin û ew binçavkirin bi nûneratiya dezgeha Dad a rejîma Îranê ve hatiye cîbicîkirin.

Ew rojnamevanê Kurd ji aliyê tîmeke taybet ve û li ser biryara dadwerê wê dadgehê ve hatibû binçavkirin û pêka gotina dadgeha bajarê Sîrwanê, binçavkirina “Emîn Mihemedî bi nûneratî ji dezgeha Dad ve bûye û ti pêwendiyek bi dadgeha wî bajarî ve nîne û bi tenê wê dadgehê biryara dezgeha Dad cî bi cî kiriye.

Binçavkirin û îşkencekirina rojnamevanan li Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê dezgeha Dad û Spaha Pasdaran û navendên din ên ewlehî û leşkerî, dide xuya ku azadiya gotin û çapemeniyan bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de roj bi roj bertengtir dibe û rejîma Îranê yek ji wan welatan e ku zêdetirîn binçavkirin û îşkencekirina rojnamevanan heye û rejîma Îranê bilintirîn pile li sînordarkirina azadiya çapemeniyan li cîhanê de heye.