Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

... Rojnameya Agirî derheq sedemên serhildana bûyerên vê dawiyê ên Îraqê, ku

14:30 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

H: Arif Vêlzî
beşên Şîe û Sune û Kurd de parve kir, hevpeyvînek tevî birêz Ebdullah Hicab çavdêrê siyasî, amade kiriye û eva jî deqa hevpeyvînê ye:

P: Birêz Ebdulla Hicab hûn rewşa niha ya Îraqê vedigerînin ser çi? Gelo rewşa niha encama çi ye

B: Rewşa ku îro Îraq tê re derbas dibe berhema çend şaşitiyên mezin yên siyasiye rêberên Îraqê bi xwe û destverdana dereke ye. Di serî de mîrateya kultûra siyasî ya ku Sedam Husên li pey xwe bi cî hiştiye pêkhateyên cuda ye Îraqê kiriye dijminê hevûdin. Piştî tevçûna rêjîma Sedam, li ciyê ku deselatdarên nû, pîvanên demokratîk bikin bingeh ji bo avakirina sîstemek nû ya siyasî, li ser şopa heman kultûra siyasî dest avêtin tolhildan û tesfiyekirina kes û aliyên ku ji wan nebûn an weke wan nedifikirîn. Sîstema nû rê neda pêşveçûna demokrasiyê û pîvanên olî kire bingeha birêvebirina welat. Di çarçoveyên siyasî, leşkerî û abûrî de deselat kete destê kom û grûpên şîe û li dijî pêkhateya sunne ya welat hate bikar anîn.

Serbarê wan zêdegaviyên deselatdarên nû yên şîe, detverdana Îranê û zêdexwaziya Komara Îslamî jî bû heger ku netifaqiyên di nava komên sunne û şîeyan de xurttir bibe. Siyaseta Amerîka jî li Îraqê bi ser neket. Amerîkayê her li destpêkê ve, rê da zêdegaviyên Malikî û alîgirên deselata ku li ser bingeha baweriya şîe dixwest Îraqê îdare bike. Ew yek bû heger ku piraniay civaka sune li Îraqê xwe li derveyî bazneya deselatê bihesibîne.

Di wê navê de rewşa Kurdistanê hinekê cuda bû û niha jî cuda ye. Her ji destpêka deselatdariya nû ya Îraqê re, kurd bûne pire di navbera kom û aliyên dijber de. Lê keda kurdan tu encam neda, ji ber kû bingeha pêkve jiyana şîe û sunne yan li Îraqê, bi zêdegaviyên olî ji her du aliyan ve, bi taybet ji aliyê pêkhateya şîe li Îraqê ve hatibû hilweşandin.

P: Bi baweriya we pêşeroja Îraqê wê ber bi kuderê ve her?

B: Îraq çarçoveyeke siyasî ya destsaz e ku ji dema veqetiyan ji imperatoiya Osmanî li sala 1922 heya serxwebûn ji Birîtaniya ya Mezin li sala 1932 koloniya Ingilistanê bû. Piştî re kete pêvajoya avakirinek nû ya siyasî ku tê de serketî nebû. Ji dema serxwebûnê ve heya kûdita ya Beisiyan di sala 1968ê de Îraq di nava bahoza derbasbûn ji qonaxa ber bi dewletbûnê de bû. Di wê demê de ne têkiliyên navbera pêkhateyên civakî hin qas zêde bû heya netifaqî serî hildin, ne jî pêwîstî bi cîguhertina xelkê hebû.

Hilweşandina sîstema paşayetiyê ku li sala 1932 heya kûditaya sala 1958 ku rêjîm derbasî sîstema komariyê kir li ser kar bû, encama derbasbûn ji bo qonaxa nûjenbûna civaka bû. Lê dema ku partiya Beis li sala 1968ê hate ser kar, rewş zêde guherî. Di serî de gelê kurd û pişt re jî şîe ketin ber xezeba deselatdaran û hatin bindest kirin. Di rastiyê de kurd û şîe li derveyî deselatê man. Dema rêjîma Sedam hate hilweşandin, siya dîktatoriyê li ser serê Kurdistanê nema. Lê di navenda Îraqê de dîktatoriyê bi tenê reng guherî.

Li ciyê dîktatoriya partiya Beis, wê carê hêzên şîe sîstemek dîktator damezirandin ku kete tolhildan û bindestkirina civaka sunne. Wê rewşê cudahiya di navbera pêkhateyên Îraqa destsaz de hê zêdetir kir. Lewma Îraq niha ber bi ji hevbelavbûnê ve diçe û zehmete ku dubare Bexda bibe tenê navenda deselatdarî û biryardanê.

P: Helwêsta Kurd di vê rewşê de çawa dinirxînî, û di pêşerojê de gerek Kurd çawa tev bigere? Gelo ragehandina serbixweyî ya Kurdistanê ku di rojeva siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de ye, bi baweriya te, wê bê encamdan?

B: Li gor dîtina min, serkirdayetiya siyasî ya kurd li Başûrê Kurdistanê heya niha pir jîrane bi rewşa niha ya Îraqê re danustandin kiriye. Niha dewleta Îraqê nikare li ser riya diyarîkirina çarenûsa gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bibe asteng, lê ez bawerim rewşa Başûr pitir bi pêşketinên giştiye siyasî li heremê re girêdaiye. Niha bingeha siyasî, abûrî û civakî ji bo avakirina dewleta kurdî li başûr, ji her demê pitir amade ye. Di warê leşkerî de jî şiyana gelê kurd ji her demê pitir e.

Dimîne rewşa navneteweyî. Di aloziya ku niha hatiye pêş de, pêwîst nake gelê kurd bikeve nava biryarek bi lez de ku dubare dijminên xwe li dijî xwe bi hev re bike yek. Ya giring ewe ku di nava xwe de ew amadekariyên ku ji bo bi dewletbûnê pêwîstin berdewam bikin, yêkitiya neteweyî bê xurt kirin, bi dewletên xwedî deselat, bi taybet bi Amerîka, welatên Ewropî û Turkiyê re têkiliyan xurt bike, dîplomasiyek xurt di asta cîhanî de bide meşandin û ji her tiştî giringtir, xwe ji fen û xap û ji belaya Îranê bi dûr bigre. Ji ber ku niha astengiya herî mezin li ser riya azadî, demokrasî û aramiya heremê û aliyê ku pitir dijî mafê gelê kurde Îran e. Di dawiyê de pêwîste rapirsiyek li Kurdistanê bê kirin û sazî û dezgehên navneteweyî bêne ser wê qenaetê ku ji îradeya gelê kurd re rêzê bigrin.

Niha kes nikare gelê kurd bi hindê tawanbar bike ku ji aloziya li heremê re bûye alîkar. Berovajî, kurdan bi hemû hêza xwe ve hewl dane ku ji çareseriyê re alîkar bin. Binêrin, di dema herî kirîtîk de û di rewşekê de ku tevgera kurd li Bakûrê kurdistanê pir bi hêsanî dikarî livûtevgera xwe ya çekdarî xurt bike, kurdan riya aştî û çareseriya aştiyane girte pêş. Li rojava, dema ku şerê qewmî û olî destpê kir, kurdan heremê xwe parastin û neketin nava leystoka siyasî. Li Başûr, di demên hesas de, gelê kurd di navbera aliyên dijber de bû navbeynkar, ked da, alîkarî da û ji mafê xwe çavpoşî kir, tenê ji bo ku rewş aloz nebe, lê di dawiyê de aliyên Îraqî bi xwe berbûne canê hev.

Di demekê de ku deselata xwemalî ya kurd dikarî bi hêza çekan deverên dagîrkiriye Kurdistanê rizgar bike, hêza pêşmerge xwe tev li wî karî nekir heya ku rewş aloz nebe. Lê pişt re leşkerê Îraqê, dêla xwe daxiste nav lingên xwe û pêxwas û serqot tenê bi rewa xwe re gehîşt. Tenê wê demê bû ku kurd ji bo ku xelkê sivîl li hember çeteyan biparêzin, ketin wê beşa welatê xwe ku heya dema dawiyê di bin dagîrkeriya Îraqê de bû.

P: Destên dereke heya çi qas di pêkanîna rewşa niha ya Îraqê xwedî bandor bûye û herweha berdewamiya wan destan wê çi bînin sere Îraqê?

B: Eger em şaşitiyên deselatdarên Îraqê bi xwe danên palê, Komara Îslamî tavanbarê sereke ye. Pişt re jî dewletên dine cîran. Niha Îraq û Sûriye bûne meydana pêşbirkêya leşkerî û şerê hêjêmoniyê di navbera du cemserên nû yên îdeolojîk ku Îran serokatiya cemsera şîe dike û Erebistan li pişt hêzên sunne sekiniye.

Ev rewş pir bi metirsî ye û ne dûre ku xerîteya herêmê û parsenga hêzan ji bingeha xwe re biguhere. Niha qedera Îraq û Sûriyê bi hev re girêdaiye. Ne dûre ku di demek ne zêde dûr de, piyê hin welat û deverên din jî bikeve nava wê aloziyê. Ji xwe rewşek weke şerek mezine herêmî hatiyê pêş.

Di wî şerî de wê hem qurbanî hebin û hem jî aliyên serketî. Ji xwe qurbaniya ku zerera wê herî kêm be guhertina sînûran û hilweşîna çarçoveyên îroyîn li Îraq û Sûriyê ye. Lê nîgeraniya min ewe ku encama wê aloziya hê mezintir bibe û bûyerên ku nayên çaverê kirin bêne pêş.