Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya Cimhûriyê Îslamî: “Xelk her roj tûşê bilindbûna nirxan didin”

10:29 - 17 Şibat 2022

Rojnameya “Cimhûriyê Îslamî” ya ser bi rejîma Îranê nivîsiye, “wan rojane xelkê çi xweşiyek nîne û hewcehiyên jiyanê pişta wan şikandiye û roj bi roj tişt giran didin û berpirs bi cihê bi kiryar hewlê bidin, tenê bi dana siloganan hatine naskirin”.

Eva di halekê de ye ku xwedê rojnameyên ser bi rejîmê jî bi vê rastiyê gihane ku rewşa xelkê Îranê pir xirab e û roj bi roj hejarî pêsîra xelkê digire û berpirsên gendel ên rejîmê jî tenê li hizira girûpên terorîstî li derveyê welat in.

Rojnameya “Cimhûriyê Îslamî” dinivîse: “Berîka xelkê vala ye û xelkê şiyana kirîna kelûpelan nîne û qewil û sozên berpirsên aborî û birêveberên civatgehê tenê di asta siloganan de ye ku hewil didin rewşa derûniya xelkê kontirol bikin û kîlometran ji amarên heqîqî û rastî dûr in”.

Berpirsên rejîmê bi dana amarên şaş û dûr ji rastiyê û dirwkirin û dana qewlên bê bingeh dixwazin rewşê kontirol bikin, lê di rastî de civatgeha Îranê li ser teqandinê ye.