Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya “Guardian”: Teqîna kargeha Îsfehanê pêwendîdar e bi gefên Îsraîlê

12:00 - 24 Gulan 2021

Roja Yekşemî teqînek di kargeheke berhemanîna balafirên bê pîlot di “Şahîn Şehr” a Îsfehanê de rû da ku di encamê de 9 kes hatine birîndarkirin.

Mediyayên rejîmê dane zanîn ku ew teqîneye di kargeheke petrokîmiya Îsfehanê de rû daye.

Ebas Abidî, Berdevkê Navenda Hawarhatina parêzgeha Îsfehasnê, dabû zanîn, “Navenda Hawarhatina parêzgeha Îsfehasnê, demjimêr 3:26 xulek a sibêdeha Yekşemî, hatiye agehdarkirin ku ew teqîne rû daye”.

Lê rojanmeya “Guardian” a Birîtaniayê, di raporek xwe de nivîsiye, ev teqîne di kargeheke behermanîna balafirên bê pîlot ên bi navên “Hêsa”yê de rû daye.

Wê rojnamê nivîsiye, çend roj berî niha Îsraîlê dabû zanîn, Îran balafiran dixe xizmeta girûpa Hemasê, piştî vê yekê, kargeha behermanîna balafirên bê pîlot ên bi navên “Hêsa”yê di Îsfehanê de rastî teqînê hat û 9 kes birîndar bûne.

Rojnameya “Guardian” a Birîtaniayê, di rapora xwe de, ew teqîneye pêwendîdar bi gefên Îsraîlê daye zanîn.

Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Îsraîlê, roja Pêncşemî 20`ê Gulanê, rejîma Îranê tawanbar kiribû ku ew rejîme bi hemû awayekî piştevaniya girûpên “Cehadê Îslamî û Hemas û Hizbullaha Lubnan”ê dike.

Nêtanyahû gotibû: “Di halekê de ku em mijûlê şerê çend rojên derbasbûyî bûn, Îranê balafirên xwe ji Îraq û Sûriyê ve dişandine ser me, lê hêzên Îsraîlê ew di sînorên Îsraîl û Ordonê de xistine xwarê”.

Rejîma Îran ji kargehên petrokîmiya û yên dinê mifahê werdigre û di wan kargehan de çek û cibilxaneyan berhem tîne û mînaka vê yekê eva ye, ku di wan kargehan de balafirên bê pîlot berhem tîne û bo girûpên girêdayê xwe dişîne û li dijî neyarên xwe bi kar tîne.