Çend rojek e ku di Îranê de dengoya bilindbûna nirxa benzînê heye û di gelek pompbenzînan de kartên şewatê ji ajotvanên maşînan hatiye wergirtin û yan jî hejmara wan kêm bûye.
Di vê derheqê de roja 25ê Cozerdanê rojnameya “Îtilaat” a ser bi rejîma Îranê nivîsî: “Di gelek pompbenzînan de kartên şewatê ji ajotvanên maşînan hatiye wergirtin, eva jî destpêkek e bo giraniya benzînê û di heman halê de karbidestên pêwendîdar dibêjin ti tiştek xuya nîne.”
Wê rojnameya han di berdewamiyê de nivîsiye: “Di hember wan nûçeyan de, dewlet, şîrketên netewî yên palavtingehan û belavkirina madeya neftiya Îranê, wan nûçeyane red dikin û dibêjin kartên şewatan di pompbenzînan de hene.”
Rojnameya Îtilaatê nivîsiye ku “eger hat û hikûmetê fikrek derheq bilindkirina nirxa şewatê hebe, rêya wê bi direwxistin û redkirin nîne.”
Rejîm dixwaze kêmiya bûdceya ku bi xwe bi ser xelkê de sepandiye, li berîka xelkê Îranê qerebû bike û nirxa kelûpelên xwarinê %100 bilind kiriye û niha jî dixwaze nirxa şewatê bilind bike da ku bikare bi pareyê xelkê kiryarên xwe yên terorîstî di deverê de berfireh bike.
Rojnameya Îtilaat ya ser bi rejîmê jî, di vê derheqê de nivîsiye: “Hikiûmet divê wê rastiyê li ber çav bigire ku rêya qerebûkirina bûceya wê, bilindkirina berdewam a kelûpelên hestiyar nîne. Ger ji nişkê ve nirxa şewatê bilind bike lêkevtin qerebûnekirî bo welat û çavkaniyên netewî li pey xwe tîne.”