Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya Keyhan bêrîzî bi xelkê Ukraynê kiriye

12:37 - 3 Adar 2022

Rojnameya Kêyhan a girêdayê rêberê rejîma Îranê di roja Çarşemî 2ê Adarê de, li derheq şerê di navbera Rûsiye û Ukraynê de nivîsandiye: “Xelkê Ukraynê heta bi qasî îlameta nav zewiyan jî, xweragiriyê nizanin”!

Wê rojnameyê bo sivikatîkirin bi xelkê Ukraynê nivîsandiye: “Dema êrîşa leşkerî bo ser welatek tê kirin, eger xelkê wî welatî bi qasî îlametek nav zewiyê berxwedanê bikin, dikarin dujmin bişkênin. Dema rêzeya revîn ji rêzeya çeperên şer dirêjtir dibe, ew bi wê wateyê ye ku xelkê wî welatî nizanin berxwedanê bikin”.

Nivîsa wê rojnameya rejîma Îslamiya Îranê di halekê de belav bûye ku rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Elî Xamineyî” di gotinên xwe de li roja Sêşemî 1ê Adarê, bi bê vê yekê ku ti basek li navê Rûsiyê bike, şerê Ukraynê bi encama handanên Amerîka û welatên Rojavayî dabû zanînê”.

Helwîsata rejîma Îranê di halekê de belav bûye ku piraniya xelkê Ukraynê bi ragihandina berevaniya giştî ji aliyê Serkomarê Ukraynê “Vîladêmîr Zêlnêskî” ve hatibû ragihandin, çek hilgirtibûn û di hember êrîşên Rûsiyê de berevaniyek çavrênekirî ji xwe nîşan dabûn ku dengvedanek cîhanî li pey xwe aniye.