Rojnameya Kêyhan a girêdayî rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Elî Xamineyî” daxwaza dayxistina geviya Hormozê bi ser hatinûçûna gemiyên Koreya Başûr de kiriye.
Piştî vê ku Koreya Başûr ji azadkirina perê bilokkirî yê rejîma Îranê xwe parast, rojnameya Kêyhanê Xamineyî daxwaza dayxistina geviya Hormozê bi ser hatin û çûna gemiyên ticarî û neftkêşên Koreya Başûr de kiriye.
Herwisa rojnameya Kêyhan nivîsandiye: “Heta dema ku deynê me yê 7 milyard Dolarî bi me re neyê dan, divê îzana hatinûçûna gemiyan bi Koreyê re neyê dan”.
Bi sedema dorpêçên Amerîkayê li ser rejîma Îranê û bilokkbûna perê rejîma Îranê li Koreya Başûr, ew welate nikare wî pereyî radestê rejîma Îranê bike.
Di sala derbasbûyî de gemiyeke Koreya Başûr ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû zevtkirin û ew gemiya wekî barîmteyek bo wergirtina 7 milyard Dolar ji perê rejîma Îranê li Koreya Başûr bi kar anîbûn, lê hewla wan rastî şikestê hat û rejîma Îranê nekarî wî pereyî ji Koreya Başûr bistine.