Piştî vê ku Serokê berê yê Herêma Kurdistanê rêzdar “Mesûd Barzanî” êrîşa li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir, rojnameya girêdayê “Elî Xamineyî” ya bi navê “Keyhan” rû li “Mesûd Barzanî” nivîsiye: “Li cinayetên rejîma Sehyonîstî de beşdar î”.
Rojnameya “Keyhan” a girêdayê rêberê rejîma Îslamiya Îranê tevî bêrêzî û rexnegirtin ji helwîsta rêzdar “Mesûd Barzanî” li derheq şermezarkirina rejîma Îranê li encamdana êrîşa mûşekî li ser bajarê Hewlêrê, nivîsiye: “Ji bîra we neçe ku Qasim Silêmanî rizgarkerê we ji DAÎŞê bû!”
Wê rojnameya rejîma Îranê hewl daye ku bi navbirin ji “Qasim Silêmanî” li şerê digel DAÎŞê, wî terorîstî wek rizgarkerê Herêma Kurdistanê ji DAÎŞê bide nîşandan û bi nivîsînên çewt hewl daye ku rêzdar “Mesûd Barzanî” wekî tawanbar li şermezarkirina êrîşa mûşekiya rejîma Îranê, bide nîşandan.
Eva jî di halekê de ye ku terorîst Qasim Silêmanî di şerê DAÎŞê de, xwe wek nevêrokan veşartibû û ya ku berevanî li axa Herêma Kurdistanê kir, Hêza Pêşmergê Kurdiastanê bû ne Qasim Silêmanî yê terorîst.
Wê rojnameya rejîmê bi şêwazek bêşermane berevanîkirina “Mesûd Barzanî” ji serweriya Herêma Kurdistanê wekî bêrêzî bi xelkê Herêma Kurdistanê binav kiriye û bêşermane nivîsiye ku “Mesûd Barzanî axa xwe xistiye xizmeta hêzeke biyanî an ku Îsraîlê!”
Rejîma Îslamiya Îranê pêka binyata hizrî û siyasiya xwe bêrêziyê bi her kes an aliyekê bo xwe bi rewa dibîne û bi şêwazên cuda bêrîzî li kesên dijberê xwe dike, lê di heqîqet de kesayetiyên wan ên terorîst jî diyar in û yên gelê Kurd jî.