Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya Kurdistan weke yekemîn rojnameya kurdî

19:49 - 23 Nîsan 2014

Îdrîs Sitwet

Piştî Şoreşa Firansê li sala 1789’an ku di welatên Ewropayî de serî hildabû, û sînorên împeratoriya Osmanî jî derbas kir, di wê demê de yek ji rewşenbîrên pêşeng ên Kurd, bi navê Mîqdad Mîdhed Bedirxan yek ji deshilatdartirîn mîrên Kurdan bû.

Babê Mîdhed dijberî Dewleta Osmanî şer dikir, lê dewleta Osmanî şoreşa Bedirxan di sala 1847’an de ji nav dibe, û di encamê de Mîqdad bo Qahîre paytextê Mîsrê dûr dikin.

Lê malbata Bedirxaniyan malbatek xebatkar û rewşenbîr bûn û malbata Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest ji kar û xebatên netewayetî bernedan û bi awayekî din dirêjî bi xebatên xwe yên neteweyî û rewşenbîrî didin, û li wir di serdemeke pir aloz de Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan dûr ji axa Kurtdistanê bilav dike.

Kurdistan yekem Rojnameya Kurdî di 22’ê Avrêla sala 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Mîsirê dest bi weşana xwe kir û ronahiya xwe daye ser rûpelên çanda neteweya Kurd, û ev rojnameya yekem e di dîroka Kurdistanê de.

Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistan hersal ji aliyê gelê kurd û dezgehên ragehandinên kurdî ve, weke destpêka rojnamegeriya kurdî hatiye binavkirin, û tê pîrozkirin.

Di wê serdemê de rojnameya kurdistan girîngiyeke mezin hebû, û di demeke wiha de jî hate weşandin ku gelê kurd pêdiviyek zaf bi ragihandinekê hebû ku bi gehandina zanyarî û bûyerên navçeyî û cîhanî û kurd û kurdistanê, çand û hunera xwe û bi zimanê xwe bê weşandin, lewra rewşenbîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi kareke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê tijî kir û bû destpêkek bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbiha di rojnamegeriya kurdî de.

Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

«Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn.

Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye, dê çi bike.

Lewra di riya Xwedê de, min ev rojnama han nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de, ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye “Kurdistan”.

Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»

Lê mixabin Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan bi neçarî gellek cih guherandin û li welatê Misrê derketin çûn bo Ewropa, li hin welat û deverên Ewrûpayê jî rojname diweşandin.

Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heta 9’an li Jinivê li Swîsê, hejmara 20’an heta 23’an dîsan jî li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heta 31’ê careke din li Jinevê hate weşandin.

Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Avrêla 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

Em bi hinceta 116 saliya rojnameya kurdî pîrozbahiyê pêşkeşî gelê kurd û hemû rojnamevan û nivîskarên gelê kurd dikin, û em hêvî dikin ku zehmet û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bibe çiraya riya tekoşîna rojnamevanên Kurd li her ciheke vê cîhanê. Riha Miqdad Bedirxan şad û riya wî berewam be.