Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya “Lomond diplomatic” careke din bi zimanê Kurdî tê weşandin

12:17 - 27 Nîsan 2020

Rojnameya “Lomond diplomatic”, Rojameyekî Feransî ye û di seransrê cîhanê de naskirî ye, û li sala 1945`an hatiye avakirin û bi 32 Zimanên cuda di welatên cîhanê de tê weşandin.

Rojnameya “Lomond diplomatic”, li sala 2009`an, Zimanê Kurdî pê hate zêdekirin û bi du zaraveyê Kurmancî û Soranî dihate weşandin, û heya 48 hejmaran weşan kir, lê di sala 2014`an de bi sedema hin pirsgirêkan hate sekînandin.

Lê dîsan wê Rojnamê careke din ji rêya înternet û dîcîtal ve bi Zimanê Kurdî weşana xwe dest pêkir û herwisa tê gotin ku bi çapa kaxezî jî, di welatên Ewropayê de bê belavkirin.

Rojnameya “Lomond diplomatic” di mehê de carekê tê weşandin û bi zaraveyê Kurmancî weşana xwe dike û %20 nûçeyên Kurdistanê ji xwe digre.