Rojnameya Şerq a ser bi rejîma Îranê nivîsiye: “Di qada siyasî de tê behskirin ku pereyê bilokkirî yê Îranê hatiye azadkirin û ev yeka rast nîne û tenê bo kontirolkirina bazara dirav wan nûçeyan biroj dikin.”
Rojnameya Şerq dinivîse: “Wan rojane ku danûstandina Viyenê bêdeng bûye, îdiayên azadbûna pereyê bilokkirî yê Îranê û hewla welatên cîran bo dana deynên xwe di nav qada siyasî û mediyayan de cih girtiye, ev nûçeya tenê bo kontirol û xweşkirina bazara dirav e.”
Eva jî di halekê de ye ku bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê li ser rejîma Îranê, pereyê rejîma Îranê li piraniya welatan de hatiye bilokkirin û heta niha li ti yek ji welatan de nehatiye azadkirin.
Wisa tê xûyakirin, heta ku Bercam negihe bi encamek nerênî û pirsgirêkên din ên rejîma Îranê ji derve neyêne çareserkirin, ti nûçeyek ji destpêragihştina rejîma Îranê bi dahata wê li welatên din de rast nîne.
Di vê derheqê de hefteya derbasbûyî rojnameya “Keyhan” a ser bi rejîmê bi tundî gef li Koreya Başûr xwaribû ku heta dema azadkirina pereyê bilokkirî yê Îranê ji wî welatî, divê geviya Hormizê bi ser gemî û neftkêşên Koreyê de bê daxistin.
Ev helwêsta tund a rojnameya Keyhan, giha astekê heta ku Wezareta Derve ya Koreya Başûr balyozê rejîmê bo wê Wezaretê gazî bike û ev yeka car din neyê dûbarekirin.