Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojreşî di parêzgeha Îlamê de zêdetir %53 ji ye

11:05 - 7 Şibat 2021

Pêka axavtinê karbidestên rejîma Îranê, asta rojreşî di hin cihên parêzgeha Îlamê de zêdetir %53 ji ye.

Bi nav nûnerê rejîma Îranê di meclisê de, Elî Ekber Bestamî” gotiye: “Asta rojreşî di hin cihên parêzgeha Îlamê de %53 ji ye, û dibe tev organên nizamê dest bi destê hev bidin daku wê parêzgehê ji rojreşiyê rizgar bikin”.

Axavtinên wî bi nav nûnerê rejîmê di halekê de ye ku, parêzgeha Îlamê li ser çavkaniyên jêrerdî yên mîna gaz, neft û kangehên zêr razaye û tevî wan çavkaniyên jêredî di wê parêzgehê de, tenê bêhn û pîsbûna hewa bo xelkê wê parêzgehê maye.

Elî Ekber Bestamî di axavtinên xwe de bi eşkere gotiye ku rejîm bi awayê dadperwerane mêzeyê wê parêzgehê nake.

Rejîma dagîrger a Tehranê tev çavkaniyên jêrerzî yên Kurdistanê didize û talan dike.