Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ronkirinek li derheq daxwaza PDKÎ bo alîkarî bo Xelkê Kotol

12:10 - 28 Şibat 2020

Piştî bûyera Erdheja dewera Kotol û Selmasê, ku mixabin gelek xisar geha xelkê wan deweran, dehan Gund bi temamî kavil bûn, di vê werê sir û seqemê de bê êvirgeh man, sedan kes birîndar bûn, hewcehiyên jiyan çinebûn, Av û Berq çinebû, çi alîkariyek ji aliyê rejîma dijî kurde Îranê we bi xelkê lê qewmî nehate kirin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û rêzdar Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Hizbê, ku hertim di xema gelê xwe deye, bi hest kirin bi berpirsayetiya xwe, daxwaz ji gelê Kurd kir ku bi hewara Xûşk û Birayên xwe yên lêqewmîwe biçin û bi tenê nehêlin.

Her lewma bû ku piştî wê gaziyê, Gelê me yê Kurd li dewerên cuda cuda yê Rojhilatê Kurdistanê bi pêkanîna Kempeynan dest kirne bi kom kirin û gehandina tiştên hewceye jiyanê bo xelkê Kotol.

 Pêka agehiyên ku geheştine destê me, di rewşeke wisade hinek kesên derfetperest li Bajarê Selmasê, bi wekirina Hisaba Bankî, ku goya bo alîkariya xelkê kotole, dirav ji xelkê dixwazin.

Me di vê derheqê de ji Organêt peywendîdare PDKÎ pirsî , Bersiva wan wihaye:

Rêzdar Tahir Mehmûdî berpirsê Dezgeha Rêkxistina PDKÎ got:

Hizba demokrat tenê ji gelê Kurd daxwaz kiriye ku Tiştên hewceye jiyan bigehînine Xelkê Kotol.

Hizba Demokrat çi Hisabeke Bankî bona kom kirina newekiriye.

Em daxwazê ji gelê xwe dikin ku bi navê daxwaza Hizbê dirav nerijînine çi hisabekê.