Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî bona xapandina xelkê hate meydanê

11:38 - 17 Şibat 2020

Serkomarê rejîmê Hesen Rûhanî Roja Yekşemî yê di konferanseke tilfizyonî de basê gelek mijaran kir û her li despêkê heya dawiya axivtina xwe de jî cehd kir ku bîrûraya giştî bixapîne.

Rûhanî basê mijarên weke: Pirsa Etomiye rejîmê , Givaşên Nawnetewî bo ser rejîmê, bercam, FATF, Kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst, Xistina Firoka Ukrayînî, tepeserî û Kuştara xwenîşanderên Meha Xezelwerê û Hilbijartina Meclisa rejîmê kir.

Gelek bi başî di axivtina wî de xûya bû ku meqseda sereke ji wê Konfirasê çi yêk ji wan meselane nine, belkî ew tenê bo yêk mijarê hatiye qisedan ku ev jî rakêşana xelkê ye bo ser sindûqên deng danê.

Hesen Rûhanî gelek bi eşkere da xûya kirin ku li çi yêk ji wan mijarên bas kirî de deshilat çinîne,

Bo minak li ser pirsa FATF ê got ew mesele di deshilata mede nine û her çiqas em dixwazin wê pirsê çareser bikin, lê biryar di destê rêber deye, em nikarin çibkin.

Li ser mesela xistina Balafira Ukraynî û sindûqa reş , got ku berpirs di nîqaşê dene daku ev mesele çareser be, ewajî di demekê deye ku Zerîf wezîrê derweye rejîmê ragihand ku sindûqê radestî kesê nakin.

Li ser amara Qurbaniyên Meha xezelwerê got: ew amarê bihaniyan rast ninin, got amara Rast di destê Pizişkiya Yasayî deye hekî bixwazin dikarin rabigehînin, lê negot kanê çima ranagehînin û erê gelo ew wek Serkomar nikare bêje wan ku rabigehînin?

Li dawiyê de kete lahiyan bo beşdariya Şanogeriya Meclisê û da kivşê ku tenê meqsed ji wê konfiransê ew mijare bûye