
Hesen Ruhanî Serkomarê rejîma Îranê ragehand: ku bi armanca berengarbûna di hember Vîrûsa Koronayê, daxwaza yek milyar Dolarî, ji Sinduqa Geşepêdana Nîştîmanî kirîye û dibêje: Heke hemî aliyek pabendê rênimayî yan bin, di heyamê dû hefetyan de di bikarin rewşê kontirol dikîn.
Roja Pêncşemîyê, Hesen Rûhanî, Serkomarê rejîma Îranê ragehand, dê rêkarên berengabûna di gel Vîrûsa Koronayê tundtir bikin.
Ruhanî di dirêjiya axivtina xwe de ragehand: Heke hevwelatî harîkar bin û rêkar wek xwe bêne bicihkirin, heya dû hefteyên din rewşê dê kontirol bikîn.
Hesen Ruhanî di demekê de wan gotinan dike ku hemî dunya û bitaybetî xelkê Îranê, rejîmê bi sebebkarê sereke dizanin bo belawkirina Vîrûsa Koronayê di seranserî Îranê de.
Rejîmê di despêkê hemî rastî ji xelkê veşartin, amade nebû bajarê Qumê qerentîne bike ku yekem cihê peyda bûna haletê Korona yê di Îranê de bû.
Rejîm amade nebû Te`etîliyê rabigehîne û cihên giştî û qerebalix dabixe.
Lêgeryan heya hemî Îran girt, vêca niha dixwazin bi hejmara zêdeye qurbaniyan di Îranê de kasibiyê bikin.
Ruhanî aşkera jî kir, ku daxwaza yek milyar dolar ji Sindûqa Geşepêdana Nîştîmanî kirîye û divê rêberê Îranê rezamendîyê li ser wê daxwazîyê bide.