Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî ji aliyê Komîsiyoneke meclîsa rejîmê ve wekî berpirsê bilindbûna nirxan hate binavkirin

18:09 - 17 Adar 2021

Serokê Komîsiyona “Pîşe û Kangehan” yê meclîsa rejîma Îranê, “Izzetullah Ekberî Talarpoştî” daye zanîn ku, Serkomarê Îranê “Hesen Rûhanî” berpirsê bilindbûna nirxa hewcehiyan e.

Roja Sêşemî 16ê adarê, Serokê Komîsiyona “Pîşe û Kangehan” yê meclîsa rejîma Îranê, “Izzetullah Ekberî Talarpoştî” daye zanîn: “Nêzî 4 mehan berî niha, Wezîrê “Pîşe, Kangeh û Ticaret”ê digel Wezîrê “Cehada Werzêriyê”, lihevhatinek li derheq dabeşkirina erkan li serastkirina bazarê de kirin lê, “Hesen Rûhanî” ew lihevhatin têk da û bû sedema rewşa niha ya bazarê”.

Herwisa navbirî çendin pirsgirêkên din wekî rewşa jiyana xelkê, xistine stuyê Serkomarê Îranê.