Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî li Kurdistanê

14:15 - 28 Gulan 2014

Ebdulla Hicab

Di çarçoveya serlêdanên pilankirî yên Hesen Rûhanî de ji bo dever û parêzgehên Îranê, serlêdana wî ji bo parêzgeha Kurdistanê, ku yek ji 4 parêzgehên Rojhilata Kurdistanê ye jî, heye. Hêla pilana kar û naveroka serlêdana Rûhanî nehatiye eşkerekirin, lê li gor gotina karbidestên rêjîmê li herêmê, di wê gera xwe de, ew yê hin pirojeyên abûrî û navendên nû yên kar vekin. Nehatiye ragehandin ka ew piroje çi ne, li ku hatine ava kirin, şiyana wan ya berhemanînê çi qas e û çend kes wê di wan kargehan de kar bikin.

Gera serokkomarê rêjîmê ji bo parêzgehan, bûyerek taybet nîne ku xweserî xwe pêwîstî bi şirovekirin an li peyçûnê hebe. Ev ger, bermayiya siyaseta populîstî ya Ehmedînijad e ku Rûhanî jî biryar daye li ser heman şopê here.

Beriya niha jî gellek caran karbidestên hûr û gir ên rejîmê, ji wan serokkomarên pêşîn, rêberê rêjîmê Elî Xameneyî bi xwe û gellek kesên din serdana Kurdistanê kiribûn, bêy ku bi xwe re tiştek nû anîbin an rewşa giştî ya Kurdistanê guherî bin.

Rûhanî di dema propagende ya hilbijartina serokkomariyê de, bi soza ku wê siya kontrol û zexta civakê li ser serê xelkê rake, rewşa abûrî sererast bike û baweriyê di navbera xelk û desthelatdarên de vejîne, û ji bo ku rûyek cuda ji rûyê Ehmedînijad, bi taybet di siyaseta derve de ji Komara Îslamî nîşan bide hate ser kar.

Lê di nêzîk yek sal ji desthelatdariya xwe de nîşan da ku tu cudahiyek di navbera wî û Ehmedînijad, an kesek din yê girêdayî bi Komara Îslamî ve tune ye. Eger cudahiyek jî hebe, di hindê de ye ku gotin û kiryarên Ehmedînijad heya qederekê di yek çarçoveyê de, û li gor nêzîkbûna giştî ya rêjîmê li hember maf û daxwaziyên gelan de bûn, lê Rûhanî heya niha nîşan daye, ku tiştekê dibêje û tiştek berevajiyê gotinên xwe dike.

Ji wê demê ve ku Rûhanî hatiye ser kar heya niha, hejmara kesên ku di girtîgehan de hatine darvekirin, an li ber çavên xelkê hatine lisêdare danê, gihaye rekoreke nû. Hejmara kesên ku bi cezayê îdamê têne siza dan, her roj zêdetir dibe.

Girtinên xweser û li derveyî biryara dadgehan ji caran zêdetir bûne, zexta li ser civakê, ne tenê nehatiye sivikkirin belkû hê zêde hatiye şidandin. Di warê siyasî û civakî de jî ne tenê guhertinên erênî çê nebûne, belkû kontrola bi ser civakê de gihaye asta herî bilind.

Di asta birêveberî û beşdariyê de jî ku Rûhanî soz dabû hinek guhertinan têde bîne pêş, û hin karên sivik di asta birêveberiya bilind de bide xelkê xwecî, hê tiştek derneketiye holê. Hêla çi kes ji Kurdistan an herêmek din ya derveyî bazneya desthelatê re ji bo postek birêveberiya navendî an ya herêmî nehatiye diyarîkirin.

Di gel ku xelkê Kurdistanê her ji destpêkê ve tu gavê hêviyek ji rêjîmê û karbidestên wê tune bûn û nînin, lê salek serokkomariya Rûhanî dubare nîşan da ku sozên wî jî weke yên beriya wî, her gotinên vala û bê bingeh bûn.

Kurdistan ku bi kan û dewlemendiya xwe ya bin’erd û ser’erd, potansiyela wê hindê heye bibe yek ji heremên herî dewlemend li Rojhilata Navîn, îro bi siya Komara Îslamî bûye yek ji sê parêzgehên herî xizan li Îranê. Rêjeya bêkariyê, tenê ya eşkere %20 derbas dike, eger bêkariya veşartî jî bê ser, wê demê rêjeya bêkariyê digîje %35-%40. Pîşesazî di asta xwe ya herî nizim de ye, werzigarî bi metodên paşketî tê kirin û hêla jî nexwendevarî nehatiye binbirkirin.

Di warê siyasî de jî, tu hêviyek nîne ku Rûhanî, nêrîna rêjîmê li ser Kurdistanê û gelê kurd biguhere. Ji bo wan, Kurdistan û xelkê Kurdistanê, heya Îran Îran be, wê her bê maf, bê azadî û bê derfetên jiyanek jêhatiyê mirovatiya îro bin.

Dîtin û gotinên nûnerê Silêmaniyê yê wê rêjîma ku Rûhanî serokatiya wê dike li ser ziman, nasname, dîrok û nirxên neteweyî yên gelê kurd mînaka herî zindî ya siyaseta Rûhanî li ser Kurdistanê ye. Lewma ji hatina Rûhanî bo Kurdistanê tu xêr dernakeve, ji bo zerer û pirsgirêkên nû re jî, tu sînor nînin.