Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî pêdeçûn bi bûdceya sala 1400 erê kir

11:33 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Piştî destûra “Elî Xamineyî”, pêdeçûn bi bûdceya sala 1400an ji aliyê “Hesen Rûhanî” ve hate erêkirin ku bi rohnî derxist biryara dawî ji aliyê “Wilayeta Feqîh” ve tê dan.

Roja Sêşemî 29ê Kanûna Pêşîn, Serkomarê rejîma Îranê “Hesen Rûhanî” tevî îşarekirin bi nameya ofîsa “Xamineyî”, nivîsek bo Serokê meclîsa rejîmê şand ku digel dana hin ji pêşniyaran û pêdeçûn bi bûdceya 1400an erê kir.

Piştî zêdebûna aloziyan di navbera Hesen Rûhanî û meclîsa rejîmê, destûra Xamineyî bona pêdeçûn bi bûdceyê hate yekalîkirin û dibe ew bûdce pêdeçûn têde bê kirin.

Hesen Rûhanî bi ti awayekî amade nebû ku pêdeçûn li bûdceya sala 1400an de bê kirin û meclîsa rejîmê jî bi ti awayî amade nebû wê bûdceyê erê bike, lê piştî nivîsa Xamineyî her 2 aliyan paşekêşî kir.

Aloziyên di navbera Serkomar û meclîsa rejîmê, bi destûra Xamineyî bi dawî hat û bi wî awayî bi rohnî hate dîtin ku biryara dawî ji aliyê “Elî Xamineyî” ve tê dan û berpirsên din yên rejîmê bi tenê birêveberê fermana Xamineyî ne û bê îzna Xamineyî nikarin ti karekî bikin.

Dewlet û meclîsa rejîmê bi tenê wan bername û reşnivîsan erê dike ku Elî xamineyî bo wan dîkte dike û bi xwe şiyana ti guhartinekê tinîn.