Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhullah Zem hate îdamkirin

11:39 - 12 Kanûna pêşîn 2020

Birêveberê berê yê kanala Telegramî ya “Amed News”, “Rûhullah Zem” hate îdamkirin

Roja Şemî 12ê Kanûna Pêşîn, Birêveberê berê yê kanala Telegramî ya “Amed News”, “Rûhullah Zem” ku kurê yek ji berpirsên payebilind yê rejîma Îranê bû, hate îdamkirin; “Rûhullah Zem” piştî sefer ji Feransê bo Îraqê li 14ê Octobera sala 2019an, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û bo Îranê hate veguhastin.

Spaha Pasdaran a terorîst di daxuyaniyekê de bê rohkirina cih û dem, ragihandibû ku “Rûhullah Zem” bo Îranê rakêşane û binçav kirine.

Derheq tawanên “Rûhullah Zem”, Berdevkê Dezgeha Dad a rejîma Îranê, “Xulamhisên Îsmaîlî” çend mehan berî niha ragihandibû : “Li 13 xalan de ew wekî mînaka “Ifsad fîl erz” hatiye naskirin û hikmê îdamkirina wî hatiye dan û sîxurî bo welatên Îsraîl û Feransê ji wan tohmetan in ku “Rûhullah Zem” tawanbar kirine û çend xalên dinê jî hene ku “Ifsad fil erz” nebûye û cezaya hepsê bi wî re dane.