
Roja Duşemî 5ê Xezelwerê, di çend bajarên Îranê yên wekî “Qezwîn û Tewrêz”ê de xelkê bo kirîna “Rûn” dor girtine.
Pêka nûçeyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, wê yekê nîşan didin ku xelk bona kirîna rûn wekî kirîna nan li ber deriyên dukanan dor girtine.
Di rewşa niha ya Koronayê de xelk bi bê berçavgirtina rênimiyên pizîşkî di dora kirîna rûn de sekînandine.
Nirxa kelûpelan roj bi roj bilind dibe û ti kes jî nîne ku pirsgrêka giraniyê çareser bike, û hindek kelûpel bi zehmetî têne peydakirin.
Ji aliyek din ve jî şîra xav %30 bilind bûye û xelkê şiyana kirîna berhemên şîr nînin.
Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, neşiyana berpirsên rejîmê, nebûna çavdêrî bi ser bazaran de û…hwd wisa kiriye ku nirxa tiştên hewcehiyê roj bi rojê bilind bin.