Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûniştina Rûsiyê û Ukraynê bi armanca gaheştina bi aştiyê, bê encam bû

12:14 - 11 Adar 2022

Rûniştina wezîrên derwe yên Rûsiyê û Ukrayînê bi naybençîtiya Turkiyê, bê encam bi dawî hat.

Roja Pêncşemiyê 10ê Adarê piştî bê encam mana 2 rûniştinên pêşda li Bilarûsê, wezîrên derwe yên Ukrayînê û Rûsiyê bi naybençîtiya wezîrê derweye Turkiyê, ciwiyan û piştî çend demjimêran negeheştine tu encamekê.

Hevdem êrîş û bombebaran kirin Ukraynê jialiyê hêzên Rûsiyê ve berdewame.

Heya niha gorî amarên ku jialiyê herdûk aliyan ve têne belavkirin, Rûsiyê ragihand ku heya niha pitir ji 3 Hezar navendên leşkeriye Ukraynê jinav birine.

Ukrayinê ragihan heya niha nêzî Hezar Tang û hezaran Maşînên serbazî û Sedan Balafir û Hilêkuptêrên şerkere Rûsiyê jinav birine û Hezaran kes ji Serbazên Artêşa Rûs kuştine û Sedan kesên dinê êxsîr kirine.

Serkomarê Ukrayînê ragihand ku naha pêde xelkê Ukraynê ji bona berewanî ji xwe û welatê xwe li hember êrîşa Rûsan deî, dikarin Çekan bigirne dest xwe.

Gorî amaran Pitir ji 3 Milyon xelkê Ukraynê mal û halê xwe bi cih hêlane û penaber bûne.

Heya niha Hezaran kes ji xelkê sivîl ku Zarok jî di nav dane, bi sedema bombebarana bajarên ukraynê, bûne qurbanî.

Givaşên navnetewî bo ser Rûsiyê zêdetir dibin daku êrîşa xwe rawestîne, Rûsiyê ragihand ku ji Şêwra Ewropa derdikeve, li ber evê ku piştgîriya Rojavayîyan ji Ukrayînê ye ku dibe sedemê dirêj kêşana şer.

Serkomar û xelkê Ukraynê biryar dane ku berxwe bidin û teslîm nebin.