Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûpela “Twitter”a Wezîrê Teknolojiya Pêwendigirtin ê rejîma Îranê hatiye ragirtin

13:40 - 4 Hezîran 2022

Tora civakiya “Twitter”ê, 2 rojan piştî çalakbûna hesaba Wezîrê Teknolojiya Pêwendîgirtin ê rejîma Îranê “Îsa Zaripûr”, roja Înê 3ê Hezîranê hesaba navbirî ragirt.

“Zaripûr” di meha Sermaweza sala derbasbûyî de gotibû, dê di demekê de “Twitter”ê bikar bîne ku fîlterkirina wê torê di Îranê de bê rakirin û navbirî roja Çarşemî 1ê Hezîranê, hesaba xwe di Twitterê de çalak kiribû, lê du roj bi ser de derbas nebû, “Twitter”ê hesaba wî ragirt.

Tora Civakiya “Twitter” li Îranê hatiye fîlterkirin û bikarhênerên wê torê di Îranê de tenê bi rêya VPNê ve dikarin Twitterê bikar bînin.

Piştî vê ku xelkê li derheq encama hilbijartina Serkomariya rejîma Îranê li sala 1388an a Rojî, xwenîşana lidar xistin û bi sedan kes hatine kuştin û binçavkirin û dîmenên wan di nav torên civakî de dihatine belavkirin, ji vê demê şûn de tora civakiya “Twitter” li Îranê hate fîlterkirin.

Eva jî di halekê de ye ku piraniya berpirsên rejîmê yên wekî rêberê rejîmê, hesaba bikarhênerî li tora civakiya “Twitter” ê hene.