
Kurdistanmedia: “Vladimir Putin” û “Benjamin Netanyahu” li dijî hebûna rejîma Îranê di Sûriyê de lihevkirin, û eva jî dûrketinek din a Rûsiyayê ye ji dostê herî nizîk ê xwe.
Rojnameya “Timse Off” ya Îsra`îlê di raporekê de belav kiriye ku, Îsra`îl û Rûsiya li dor hebûna hêzên Îranê di Sûriyê de lihevkirine û li gora vê lihevkirinê, dibe hêzên rejîma Îranê ji sînorên Îsra`îlê dûr bikevin.
Lihevkirina han li dijî nifûza hêzên Îranê di Sûriyê de hatiye encam dayîn.
Di vê raporê de hatiye ku, li gora vê lihevkirinê, Îsra`îl bi vegeriyana hêzên rejîma Sûriyê bo ser sînor û bilindahiyên “Gulan”ê razî dibe, û li hemberî vê de jî, Rûsiya dibe ku wê yekê garantî bike ku, tu hêz û milîşên girêdayî rejîma Îranê, weke Hizbullaha Lubnanê di deverê de nemînin.
Herwisa di vê lihevkirinê de, daxwaz ji Rûsiya hatiye kirin ku hemû hêzên biyanî yên di Sûriyê de derkevin.
Di meha Xezelwera sala derbazbûyî de jî, piştî civîna 3 welatên Rûsiya, Amerîka û Urdonê, wezîfeya dersixtina hêza Spaha terorîstî ya Pasdaran a rejîma Îranê di Başûrê Sûriyê de, ji Rûsiyayê re hatibû dayîn.
Di hefteya derbazbûyî de, rojek piştî wê ku, “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiya daxwazkiribû ku hêzên biyanî yên di Sûriyê de derbikevin, nûnerê navbirî jî daxwaz ji hêzên biyanî kiriye ku ji nav axa Sûriyê vekişin.
Hevdem “Alexander Lavroff” ku nûnerê taybet yê “Vladimir Putin” di karûbarên Sûriyê de ye, li ser vê yekê pêdagîrî jî kiriye ku biryara han, hêzên rejîma Îran û Hizbullaha Lubnanê jî ji xwe digire.
Navbirî di civîneke rojnamevanî de bas ji vê kiriye ku biryara han, hemû hêzên biyanî ji xwe digre, bo mînak hêzên Amerîka, Turkiye, Hizbullaha Lubnan û Îranê jî ji xwe digire.
Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê de ku di sala 2011`an di navbera rejîma “Esed” û girûpên opozisyona wê hikûmetê de derketiye, zêdeyî 370 hezar hevwelatiyên Sûriyê hatine kuştin û ji nîvê zêdetir ji xelkên wî welatî jî bûne penaber, û herwisa rejîma Îranê bi hemû hêza xwe ya madî û locestîkî berevaniyê ji rejîma “Beşar Esed” dike.