Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye bazarên bazirganî ji Îranê distîne

12:04 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

Bazara firtona qîra Îranê ji Hindustanê, ji ber firotina qîrê ji aliyê Rûsiye bo Hindustanê, nêzî100 tonî kêm kiriye.

Birêveberê Giştî yê Sendîkaya firotina berhemên neft, gaz û petrokîmiya rejîma Îranê, “Hemîd Hesenî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Nûr News”ê ya girêdayê rejîmê gotiye: “Piraniya qîra Îranê bo welatê Hindustanê tê şandin lê, niha Rûsiyê di hewlê de ye ku vê bazarê ji Îranê bistîne.

Herwisa “Hemîd Hesenî gotiye: “Şandina qîrê ji Îranê bo Hindustanê di 3 mehên derbasbûyê de, zêdetir ji 100 hezar tonî kêm bûye û herwisa Rûsiye dixwaze bazarên firotina neftê jî di Hindustanê de ji Îranê bistine”.

Pêka gotina “Hemîd Hesenî” şandina qîrê ji Îranê bo Hindustanê ji 430 hezar tonî daketiye bo 330 hezar tonî.

Pêka Amara Nûçegihaniya “Nûr News”ê, “Îran di sala derbasbûyî de ji firotina qîrê li cîhanê milyardek û 400 milyon Dolar dahat hebûyê lê, amarên 3 mehên derbasbûyî didin xuyakirin ku beşa Îranê li bazara qîr a cîhanê ji sedî 30 kêm bûye”.

Rûsiye neftê 10 dolaran kêmtir ji Îranê difroşe, lewma jî ti welatek nefta Îranê nakire û rejîm tûşî pirsgirêkan bûye.