Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye bi cinayetên şer hate tawanbarkirin

17:05 - 3 Adar 2020

Saziya Navnetewî di rapora xwe ya nû de, dewleta Rûsiyê bi hegera bombebarankirina esmanî di Sûriyê de, ku “bê berçavgirtina cihên jiyana xelkê sivîl”, bi cinayeta rasterast a şer hate tawanbarkirin.

Rapora nû ya Komîsiyona Lêkolîna Rewşa Sûriyê li Saziya Nawnetewî de, pêka wan zaniyariyên ku di meha “June” a sala derbasbûyî heya meha “January” a Îsal de hatine komkirin û piranî li ser êrîşên hêzên girêdayê Beşar Esed di bajarê Helebê de ye ku bû sedem 700 hezar kes ji xelkê wî bajarî koçber bin.

Ew rapore 2 kiryarên bombebarankirina deverên sivîl ji aliyê balafirên şer yên Rûsiyê ve berçavgirtine û bo yekem car nîşan dide ku Rûsiye di şerê Sûriyê de dest bi cinayetên şer kiriye.

Cara yekem, 2 êrîşên esmanî  yên li pey hev ve, bi sûpermarkêtek li “Me`iret El-Ne`iman” di 33 kîlometriya bajarê helebê bûye ku li meha June ya sala derbasbûyî de hatibû kirin û di encam de 43 kesên sivîl ku 4 ji wan zarok bûn hatine kuştin û 109 kes jî hatibûne birîndarkirin.

Cara Duyem, ku li 16`ê meha Augustê bombebarankirina xelkê li derveyê bajarê “Has” di başûre Idlibê ji aliyê balafirên şer yên Rûsiyê ve bûye, ku di encam de 20 kes ku 8 kes ji wan jin û zarok bûn hatine kuştin û 40 kes jî hatibûne birîndarkirin.