Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye bo rawestandina êrîşa xwe, mercan bo Ukraynê dadinê

10:51 - 2 Adar 2022

Di demekê de ku ev serê 7 rojane êrîşa Rûsiyê bo ser ukraynê berdewame, serkomarê Rûsiyê bo rawestandina şer û êrîşa xwe, merc bo ukraynê danan.

Roja 1ê Adarê Vîladimîr Potîn serkomarê Rûsiyê ragihand ku hekî Ukrayn serxwebûna herduk komarên “Dontêsk” û “Lohansk” û deshilata Rûsiyê bi ser girava “Kirîme” bi fermî nasbike, Rûsiye jî dê êrîşa leşkeriye xwe bo ser Ukraynê rawestîne.

Ev 7 şew û roje ku Rûsiye bê rawestan êrîşa erdî û esmanî kiriye ser Ukraynê û bi hemî cure çekên giran bajarên wî welatî dike emanc û heya niha hezaran kesan canê xwe jidest dane, Rûsiye di wan êrîşande çekên qedexekirî û hevşêweyê bomba navokî jî bikar anîne.

Êrîşa Rûsiyê bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşa û bi armanca givaş xistina bo ser Rûsiyê ku êrîşa xwe rawestîne, li astê piraniya welatan û rêkxistin û saziyên navnetewî de, bertek hatne nîşandanê û biryar hatne danê.

Piştî ewê ko serkomarê Ukraynê bi şêweya onlayîn li ciwîna parlemana Yekitiya Ewropade axivî, bandora wê axivtinê bû sedemê pesenda 2 biryarên giring jialiyê Yekitiya Ewropa ve, Wek:

Di biryarnameyekê de êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê bi tundî hate şermezar kirin û daxwaza rawestandina şer hate kirin û piştewaniya hemî aliyaneye Ewropa ji Ukraynê hate ragihandin.

Herwisa di biryarnameyekî dinê de, daxwaza Ukraynê bo çuna nava yekitiya Ewropa bi 637 dengên erê, 13 dengê neyar û 26 dengên bêalî hate pesendkirin.