Wezareta Berevaniya Birîtaniyayê di “Twîtt”ekê de belav kiriye ku Rûsiye bi sedema xisarên zêde ku di wî şerî de lê kevtiye, neçar bûye bo dabînkirina hêza leşkeriya xwe rû bi serçaveyên din bike.
Wezareta Berevaniya Birîtaniyayê nivîsandiye: “Pûtîn bi eşkere pesend kiriye ku welatê wî li pey rakêşana 16 hezar kesên bi kirêgirtî bi taybet ji Rojhilata Navîn e”.
Pêka gotina Wezareta Berevaniya Amerîka, ev yeka di halekê de ye ku di wê dawiyê de çendîn rapor li ser bernameya Rûsiyê bo şandina hêza taybet a arteşa Rûsiyê bo Ukraynê belav bûne.
Moskoyê li roja Înê 11ê Adarê, ragihand ku Pûtîn li derheq kesên ku bixawazin li Rojhilata Navîn bo piştevanîkirin li Rûsiyê şerê Ukraynê bikin û dikarin beşdar bibin, razîbûna xwe daye xuya
Rêkxirava Çavedêrî ya Mafê Mirovî li Sûriyê gotiye ku navenda Parastina Zaniyariyan a erteşa “Beşar Esed” tomarkirina nav û amadekirina hêz bo şandin bo Ukraynê ji roja Înê 11ê Adarê ve dest pê kirye.