Roja Pêncşemiyê Vîlademîr potîn, serkomarê Rûsiyê fermana êrîşa serbazî bo ser Ukraynê da.
Ev êrîşa Rûsiyê jî bi dû wê yekê da hate kirin ku herdûk herêmên Donêtsk û Lohansk ji Rojhilatê Ukraynê daxwaza alîkariya serbazî ji Rûsiyê kiribûn.
Serkomarê Rûsiyê li dema dana fermana êrîşê bo ser Ukraynê gotiye: Ev êrîş ji bona berevaniya hemberî gefan û pêşîgirtin ji mezintir bûna arîşane.
Piştî fermana Potîn êrîşa esmanî û vejayî bo ser zaf ji herêmên Ukraynê destpêkir û binkên serbaziye hêza Artêşa Ukraynê li zaf cihan bûne emanca êrîş û bombebarana balafirên şerkere Rûsiyê.
Mediayên Ukraynî bi frmî ragihandin ku çendîn binkên serbazî û û zaf ji bajaran û cihê akincî bûna welatiyên sivîl kevtine ber êrîşê û sedan kesên sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.
Ajansa Entirfaksê belavkir ku hêzên Rûsiyê gehiştine qirax avên başûra Odsa û Paryopolê û hezaran serbazên Rûsî bi Balafiran û pê Çetran li hinek dewerên Ukraynê hatine peyakirin.
Artêşa Ukraynê li hember êrîşa Rûsiyê de berxwedaniyê dike, û dewleta Ukraynê benda helwêsta navnetewîye bona berahîk girtina ji berfirehtir bûna şer.
Hate ragihandin ku hêzên Rûsî îro serê sibêzû ve karîne 2 bajaran û çendîn nawçan kontirol bikin û bi milyonan xelkê Ukraynê ji ber xelaskirina canê xwe , mal û halê xwe bicî hêlane û derbi der bûne.