Berpirsekî Rûsiyê gotiye ku eger Kurdên Rojava mercên Rûsiyê bo dawîanan dijayetiyên di navbera Qamişlo û Demişqê de erê nekin, gefa êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xwariye.
Nûçegihaniya “Şerq El-ewset”ê nivîsiye, navbendçîyekî Rûsiyê bi Hêzên “HSD”ê re gotiye ku girûpên li dijî Sûriyê yên ku Tirkiye piştevaniyê ji wan dike, dê êrîşî ser bajarokên “El-dirbasiye û Amûdê” û heta bajarê Qamişloyê bikin û eger hêzên “HSD”ê binkeyên xwe yên ewlehî li Demişqê û qamişlo û Hesekê paşekêşiyê nekin, ew êrîş dê bêne encamdan.
Pêka gotina şahidan li bajarê “Tel Temer” li bakûrê Hesekê, topxaneya Tirkiyê li devera “Nebe`i El-Selam” ku di bin kontrola aliyên Sûriyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, di duyemîn rojê de gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine.
Herwisa pêka çendîn cure raporan, berpirsê Saziya Ewlehiya Tirkiyê, “Hakan Fîdan” digel Serokê Ofîsa Ewlehiya Netewî ya Sûriyê, “Elî Memlûk” hevdîtin kiriye.
Çavkaniyên Tirkiyê bi nûçegihaniya “Şerq El-ewset” re gotine ku di wan 2 salên derbasbûyî de berpirsê Saziya Ewlehiya Tirkiyê, “Hakan Fîdan” digel Serokê Ofîsa Ewlehiya Netewî ya Sûriyê, “Elî Memlûk” çendîn caran hevdîtin kiriye.
Herwisa Berdevkê aliyek girêdayî “HSD” yê bi navê “Aram Hena” bi nûçegihaniya “Şerq El-ewset” re ragihandiye: “Tirkiye li pey çiraya kesk bo êrîşkirinên nû bo ser Rojavayê Kurdistanê ye ku armancên xwe bi dest bîne. Ew welat (Tirkiye), mijûlbûna Rûsiyê li şer digel Ukraynê, bi derfetek bo encamdana wan êrîşan dibîne”.