Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê gefa cihgîrkirina çekên navkî li devera Baltîk xwariye

12:10 - 15 Nîsan 2022

Piştî vê yekê ku welatên Swêd û Fînlendê bas ji tevlîbûn bi NATOyê kirine, Rûsiyê gefxwariye ku dê çekên navkî li devera Baltîk de cihgîr bike.

Roja Pêncşemî 14ê Nîsanê, Serkomarê berê yê Rûsiyê “Dmitry Medvedev” ku niha Cihgirê Serokê Şêwraya Ewlehiya Rûsiyê ye li derheq rengehiya tevlîbûna Swêd û Finlend bi NATOyê bertek nîşan daye û gefxwariye ku eger ev tevlîbûn bê kirin, em dê çekên navkî li devera Baltîk cihgîr bikin.

Çend roj berî niha welatên Swêd û Fînlendê bas ji wê yekê kiribûn ku renge tevlî Hevpeymaniya NATOyê bibin.

Herwisa “Dmitry Medvedev” ragihandiye ku di rengehiya tevlîbûna Swêd û Fînlend bi NATOyê, Rûsiye divê şiyana leşkeriya xwe li deryaya Baltîk de bihêztir bike û çekên navkî li navbera welatên “Lîtvanî û Lehistanê” li “Kalênîngrad”ê cihgîr bike.

Herwisa “Dmitry Medvedev” bi eşkere gef xwariye ku di rengehiya berfirehtibîna NATOyê, êdî bas ji “Cîhan a bê çekên navkî” nayê kirin.

Di vê derheqê de Cihgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Alexander Grushko” gefxwariye ku tevlîbûna Swêd û Fînlend bi Natoyê, dê xirabtirîn paşhatan li pey xwe bîne.

Ji aliyê din ve Wezîra Derve ya Birîtaniyayê “Liz Truss” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê bi tekezî û eşkere ragihand: “Swêd û Fînlend azad in ku bê destêverdanê li derheq paşeroja xwe biryarê bibin û her biryarekê jî bidin, Birîtaniya dê piştevaniya wan bike”.