Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye îznê nade Îranê ku ji gaza behra Xezer mifahê verbigre

11:13 - 2 Çirriya paşîn 2021

Pêka girêbesta rejîma Îranê digel Rûsiyê, rejîma Îranê îzna veguhastina gaz ji 8 bîrên gazê ên Îranê li berhra Xezer, tinîne.

Berpirsê sendîkaya pîşeyî ya gaza “CNG” yê rejîma Îranê “Erdeşîr Dadres”  di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya rejîma Îranê, “ILNA”yê gotiye: “Pêka girêbesta Rûsiyê digel Îranê, Îranê îzna mifahvergirtin ji 8 bîrên gazê ên Îranê di behra Xezer de tinîne û ew biryar bo demekê ye ku berhemanîna gaza Îranê bi qasa hewcehiya navxweyê Îranê be”.

herwisa “Erdeşîr Dadres” got: “Rûsiye xwediyê %18.1 û Îran jî xwediyê %17.9 a gaza cîhanê ne û eger Îran gaza xwe ya li behra Xezerê bikar bîne, ew rêje dê bibe %18.2 ku zêdetir ji rêjeya gaza Rûsiyê ye û pêka girêbesta Îranê digel Rûsiyê, divê pileya yekem a zaga cîhanê ya Rûsiyê be û Îran mafê mifahvergirtin ji gaza xwe di behra Xezerê de tinîne”.

Ew girêbest û gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku xelkê Îranê û herwisa vizegehên berhemanîna berqê hewcehî bi qaza zêdetir hene û bi wê sedemê berqa Îranê qut dibe û bi sedema bikaranîna mazotê jî pirsgirêkên jîngehê gelek zêde bûne.

Bi wî awayî, rejîma Îranê bo parastina berjewendiyên Rûsiyê û berjewendiyên siyasiyên rejîmê, xelk tûşî wan pirsgirêkan kiriye.