Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê ji projeya çêkirina Rêka asin ya Îranê xwe paşve kêşand

12:08 - 26 Şibat 2020

Kompaniya hikûmetî a Rêka asin ya Rûsiyê, xwe ji projeya 1.2 milyard Yûro(EURO)yî ya çêkirina rêka asin li Îranê, xwe wekişand.

Roja Sêşemî, 6`ê Reşemê, kompaniya hikûmetî ya welatê Rûsiyê, ji projeya mezin ya 1.2 milyard Yûro ya bi elektrîkî kirina rêka asiniya Germsar-Înce burûn, xwe paşvekêşad û nûçegihaniya Întêrfaks(Înterfax) baskiriye ku wê kompaniyê ji tirsa dorpêçên amrîka li ser aburiya Îranê, dest ji wê projeyê, berdaye.

Wezîrê berê yê Rê û Bjarsaziya Îranê, Ebas Axundî ,di meha Pûşpera sala 1397`an de, digel birêveberê giştî yê kompaniya hikûmetî a rêka asine Rûsiyê, “Olêg Blozêrof”( Oleg Belozerov), bas ji destpêkirina bi elektrîkî kirina rêka asinî ya Germsar-Înce Burûn ê kiribû.

Hevdem digel paşvekêşana kompaniya rêka asinî ya Rûsiyê, Wezareta Derve ya Amerîka, 13 kompaniyên Rûsiyê, Çînî, Îraqî û Tirkiyê, bi sedema binpêkirina dorpêçên li ser Îranê ve, xistine nava listê dorpêçan, lê di derheq eşkere kirina navê wan kompaniyan  çi tiştek nehatiye gotin.