Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye nikare stratêjiya xwe li derheq rejîma Îranê de, diyarî bike

12:08 - 11 Adar 2022

Rûsiye li derheq helwêsta xwe li derbarê Îranê de, maye ser duriyanekî pir aloz de.

Roja Pêncşemiyê 10 ê meha Adara 2022 an, Receb Seferov, birêveberê navenda jêvekolîna Îrana serdem, li Rûsiyê ragihand: Îrana ku nêzîkî welatên Rojavayî bibe, bo Rûsiyê re, gelek ji Îrana xwediyê bomba Navokî zêdetir cihê tirs û nîgeraniyê ye.

Tirsa Rûsiyê ji hindêye ku hekî Îran û Rojavayî bigehne rêkevtniekî erênî li derheq pirs Navokî, û dorpêç li ser rejîma Îranê bêne hilgirtin û Amerîka û ewropa îmtiyaz û çûran bidne Îranê, wê demê Îran dê gelek nêzîkî wan be û tu karek bi Rûsiyê re namîne, Jialiyekî dinê jî Rûsiye dizane hekî li hember Rojavayîyande pişta Îranê bigre heta ku bibe xwediyê bomba etom, dîsan hingê Îrana xwedî çeka Navokî tu kar û minetek bi Rûsiyê re namîne.

Receb Seferov, birêveberê navenda jêvekolîna Îrana serdem, eşkere kir ku hebûna Îranê bo Rûsiyê li hember Rojava de, wekî mertala berewaniya asinîne, lê hekî çi Îran bibe xwediyê çeka Navokî, yan nêzîkî Rojava be dê wê demê bibe sedemê destpêka hilweşîn û jinav çuna rûsiyê.

Lema Rûsiye dixwaze rejîma Îranê wekî êxsîrekê li ber destê xwe de bihêle daku bikare pê îranê rikeberiya digel Amerîka û ewropa bike.