Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye û şerê sar ê nû

19:46 - 23 Nîsan 2014

Fatih Salihî

Can Mîrşaymer li ser vê baweriyê ye: “Bidawîhatina şerê sar dibe sedema vegeriyana bo siyaseta sunneta hevsengiya hêzên çend alî, ku di serdemên berê de, bibû sedema serhildana nasyonalîzmê û rikeberiyên navneteweyî, û ne ewlehî û rikeberiyên berdewam. Navbirî şerê sar wekî serdema aştî û ewlehiyê dizane, ku bi sedema zalbûna pêkhateya du cemseriyê çê bibû, bi baweriya Mîrşaymer bi hilweşiyana vê pergalê, bi awayekî rikeberiya mezinhêzan ku têkiliyên sedsala hevdeyan xemilandibû, geş dibe”.

Rîzbendên nû di sîstema navneteweyî de, piştî şerê cîhanê yê duyemîn form girt. Yekîtiya Soviyet bi baldana bi berbirûbûna rasterast û lêdana derbên bi bandor, li hêzên Alman û herwisa nêzîkatiya bi sînorên Alman, ji riya destpêregihîştina bi rojhilat û nawenda Ewropa, bû sedma vê ku ew yek ji serkevtiyên piştî şer be. Di dawiyê de, piştî şerê cîhanî yê duyemîn, ew welat wekî mezinhêzekê li rex Amerîkayê cih girt. Bi vî awayî formgirtina sîstema du cemserî, destpêka şêweyeke nû ji netebaiyê di pergala navneteweyî de afirand, ku Amerîka û Soviyetê rêberatiya wê pêk dianîn.

Amerîka bi mifahwergirtina ji bingehên lîberalî, û ji riya pêkanîna rêkxirawên navneteweyî, û tekuziya aborî, karî ku sîstema sermayedariyê di praniya welatên cîhanê de, yasayî bike, û bi paşekêşekirina bi Soviyetê, di warên curbicur de, û bi lêdana derbên giran ên aborî, li dehka dawiya rikeberiyan bi serokatiya Rêgan, Soviyetê perçe bike, û ew yek bû xala dawiyê ya çend dehikan şerê sar, û bû sedema vê ku Amerîka wek take mezinhêz di qadê de bimîne.

Lê siyasetên navxweyî û derekî ên Amerîkayê û rikeberiyên navxweyî di navbera wan de, û cudahiya boçûnên wan li hemberî pirsên siyasî û coxrafiyayî û olî ên herêmên curbicur, û astengên li hemberî sîstema sermayedariyê, û kêşeyên çavkanîgirtî ji çendîn şerên paş bidawîhatina şerê sar, û serhildana eniya terorîzma dewletî û firqeyî, û bi taybetî hatine ser kar a obama, -ku li ser vê bawerê ye ku nabe Amerîka bi tenê kêşe û astengên cîhanî bixe ser milê xwe, û nabe wekî tenê mezinhêza cîhana îro di hizra çareseriya kêşe û astengên li pêşberî sîstema navneteweyî be- bûne sedem ku Amerîka nekare bi başî ji vê derfeta ku piştî herifîna Soviyetê bi dest anîbû mifahê wergire, û bi pêş girtina hinek siyasetên şaş li hemberî welatên wekî Îran û Koreya Bakûr û Kûba, Vênzoêla û heta Rûsiye û Çînê, û ji aliyekî din ve kalbûna baweriya hevalbendên ji mêjîn ên wê, wekî welatên Ewropayî bi sedema sîxoriya dezgehên Îstixbaratî ên Amerîkayê li ser karbidestên payebilind ên Ewropayî, û destêwerdana rasterast û ne rasterast di nava karûbarên hinek ji van welatan, û herwisa xwendina şaş li hemberî radîkalîzma Îslamî û siyasta yek ban û du hewa, ew derfet ji Rûsiyê re pêk anî, ku van lawazî û şaşiyn bi qazanca xwe bi kar bîne. Lewra potîn û hevkarên wî, bi mifahwergirtina ji vê derfetê, doktorînên nû ên xwe bona vejiyandina rola cemserbûna Rûsiyê li deheqê hevkêşeyên siyasî ên cîhanê û siyaseta derekî ya xwe bi kar anîn.

Ew guherînkariyên nerênî û nîşaneyên sistî û lawaziya Amerîka li biyavê siyaseta derekî di deh salên borî de, di pêvajoya danûstandinên dosiyeya navikî ya Îranê, paşvekêşana hêzên xwe ên leşkerî ji Îraqê, û ne rohnbûna pêşeroja mana hêzên wê li Efxanistanê, û herwisa di sê salên borî de, bi herifîna hinek ji dost û hevalbendên wê, li Rojhilata Navîn û çiqa Afrîqayê û ji hemiyê giringtir li encama şerê Sûriyê û xemsariya li hemberî dîktatorekî wek Beşar Esed de, û di çend mehên borî de, li kirîza Okraynê û li meha pêşîn de, li proseya cudabûna herêma otonom ya Kerîme û di wan rojên dawiyê de, bi destpêkirina proseya cudabûn û daxwaziya referandomê bona ragehandina serbixweyiya li rojhilata Okraynê, û herêmên Dontêsk, Lohansk, Xarkof, û Îslaviyansk bi başî xwe derdixe.

Lê Rûsiye berevajiyê Amerîkayê, bi baştirkirina siyaseta derekî ya xwe, û vejiyandina jêrxana aborî û pîşeyî ya welat, û bilindbûna dahata paqij û napaqij ya neteweyî, û jêhelbirina dahata takekesî ya akinciyên welatê xwe, li encama bilindbûna nirxa neft û gazê, di bazarên cîhanî de, û bi bikaranîna mafê xwe yê vetoyê di NY de, ew jî li gorî berjewendiyên xwe, bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn, û piştevaniya ji rejîmên serberedayî ên wekî Îran û Sûriyê, û piştevaniya ji Kureya Bakûr, û rejîmên dîktator ên wekî Vênzoêla û Kûba, bi awayekî fermî diselimîne ku cîhana yek cemserî bi rêberatiya Amerîka ber bi dawiya xwe ve diçe, û serdemeke nû ji cîhana du cemserî mijûl e ku dest pê dike.

Cîhaneke du cemserî ku bi xwe re, qonaxeke nû ji şerê sar berhem tîne. Şereke sar ku li pêvajoya piştevaniya Rûsiyê ji Sûriyê û bikaranîna mafê vetoyê û sekinîna li hemberî Amerîkayê de, û herwisa destêwerdana leşkerî li herêma otonom ya Kerîme, û bi fermî nasîna referandoma vê nîve giravê, û zeliqandina xaka Kerîme bi welatê xwe ve, li her qonaxeke din zêdetir mijûl e xwe eşkere dike, û weha xûya dike ku di pêşerojê de, û li gorî vê du cemseriya ku mijûle carek din pêk tê, mînakên wekî nîve girava Kerîme ku dikare belgeyeke baş be bo wan neteweyên ku dixwazin mafê çarenûsa xwe diyarî bikin, rû li zêdebûnê bike.

Bi her awayî be, bûyerên wan dawiyane ên nîve girava Kerîme, û herwisa kirîza Okrayn û rojhilata vî welatî, û pevçûna hêzên dijî şoreşa Okraynê digel cudahîxwazên wan herêman û dijkiryara Amerîka û Ewropa dikare xala guhertinekê be li biyavê hevkêşeyên siyasî di cîhanê de, û serhildana pirsa nasyonalîzmê û daxwaziya mafê qederê, bi taybetî bo van neteweyên ku bi sala ye ji bo bidestxistina vî mafî tekoşînê dikin.

Bi vê ferq û cudahiyê ku berevajiya boçûna Can Mîrşaymer di vê gera nû ya şerê sar, bidawîhatina şerê sar nabe sedema vejiyandina hesta nasyonalîzmê. Belkû bi van nîşanên ku di kevne cemseran û rîzbenda welatên cîhanê, û hêzên herêmî de diyar dibe, dûr ji çavnihêriyê nine ku ew rikeberiya Rûsiye û Amerîka û hevalbendên wê qonaxeke nû be bona rîzbendiya welatên cîhanê û hinek bi geşbînî ve bo bidestxistina mafê serwerî û xwebirêvebirî û heta serbixweyî bo gelên mafxwarî û herêmên biçûk ku bo xwe nîwe welatek in, û ji aliyekî din ve jî, weha xûya nake, ku ew gera şerê sar, ku renge wekî şerê sar ê nû navê xwe derbixe, demek be bo aştî û seqamgîrî, belkû renge bibe xalîşînka agireke bi gorr, ku dîwarên bilind ên dîktatoriyê biherifîne, û berjewendiyeke nû biafirîne, bo lênihêrîna li pêşerojeke geştir, bi siyaseteke coxrafiyayî û coxrafiyayeke siyasî ya nûtir.

Lê ew pirsa ku di vir de giring e, û cihê lê fikirînê ye, reftara Amerîka û hevalbendên wê li Ewropa û herwisa dijkiryara Rûsiyê û hevalbendên wê li Asiya de, li hemberî bûyerên li rojhilata Okraynê û Rojhilata Navîn de ne. Jiber ku siyaset û stratejiyên Rûsiye û Amerîka û heta Ewropa û hinek welatên Asyayî ên wekî Çîn -li asteke nizimtir de li çav Amerîka û Rûsiyê- dikare rasterast û ne rasterast li ser hevkêşe û hevpêwendiyên neteweyên bindest ên cîhanê, û Rojhilata Navîn û bi taybetî neteweya Kurd bandora xwe danê, ku bi şêweyek ji şêweyan mijûl e bi ser van du bereyan de parve dibe.