Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye û Tirkiyê agirbesta rawestanda şer wajo kirin

12:00 - 6 Adar 2020

Serkomarê Tirkiyê û serkomarê Rûsiyê piştî hevdîtin û danûstandinê di bajarê Mosko yê, agirbestek wajo kirin.

Roja Pêşncşemî, 15`ê Reşemê, Serkomarê Tirkiyê, “Receb Teyîb Erdoxan” û serkomarê Rûsiyê, “Viladîmîr Pûtîn” di encama hevdîtin û gotebêjekê de, di bajarê Mosko yê, bona rawestandina şer di “Îdlib”ê, agirbestek wajo kirin.

Pêka wê agirbestê, hêzên Rûsiyê û arteşa Tirkiyê dê geşt an hêzên gerok yên hevpar pêk bînin û herwisa dê rêyeke aram di yek ji rêyên stratejîk di “Îdlib”ê de rêkbixin.

Erdoxan ragihand ku Tirkiye mafê wê  hindê heye ku di hember êrîşa hêzên Sûriyê de bertekê nîşan bide.

Di hefteya derbasbûyî de, hêzên Tirkiyê rastî êrîşeke giran ya hêzên Sûriyê hatin ku di encam de zêdetir ji 30 leşkerên Tirkiyê hatibûne kuştin ku ew êrîşe bi alîkariya hêzên Rûsiyê hatibû kirin.

Berê Wezareta Berevanî yê Rûsiyê, nerazitiya xwe ji bombebarana binkeyeke hêzên Rûsiyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve nîşan dabû, binkeya serekî ya hêzên esmanî yên Rûsiyê di Sûriyê de ne.

Serkomarê Tirkiyê ragihand ku têkiliyên me li ser berevanî, ticaret û hemû aliyan de, digel Rûsiyê berfirehtir dibin.